Namzetê AKP’ê yê têkçûyî der barê şaredariyê de 30 doz vekirin 2024-07-08 09:08:22 ŞIRNEX - Namzetê AKP’ê yê Cizîrê Omer Yildiz piştî hilbijartinê parêzeriya “xebatkarên bankamatîkê” girt ser xwe û 30 doz li şaredariyên vekir.       Namzetên Hevşaredariya Cizîrê yên DEM Partiyê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de li navçeyê bi ser ketin. Piştî rêveberiya DEM Partiyê hat ser wezîfeyê gelek nelirêtî, bertîl û gendeliyên qeyûm tesbît kirin û her wiha hat tesbîtkirin ku qeyûm gelek kes derqanûnî girtiye kar.     Rêveberiya Şaredariya ya DEM Partiyê di encama lêkolînên pêk anî de, derket holê ku qeyûm Nazli Demîr nêzî hilbijartinê ji 100 kesî zêdetir girtiye kar. Her wiha hat diyarkirin ku gelek ji van kesan “xebatkarên bankamatîk” in yanî bêyî karekî bikin ji bankamatîkan pereyên xwe wergirtine.     Ji van kesên ku bêqayideyî wergirtine kar, dawî li karê 92 kesan hat anîn. Hat gotin ku hin kes piştî ji şaredariyê hatine derxistin, li Qeymeqamiya Cizîrê girtine kar. Hin kes jî ji bo vegerin şaredariyê doz li şaredariyê vekirine.     Namzetê AKP’ê yê Şaredariya Cizîrê Omer Yildiz parêzeriya van kesên ku doz vekirine girt ser xwe û hat zanîn ku Yildiz ê ku di hilbijartinê de têk çû nêzî 30 doz derbarê şaredariyê de vekiriye.    JI BO QEYÛM DOZA ÎCRAYÊ VEKIRIBÛ    Yildiz berê jî ji bo 6 hezar û 743 lîreyê qeyûm der barê şaredariyê de doza îcrayê vekiribû. Yildiz di pêvajoya hilbijartinê de wesayîtên bi plakayên sexte û bi stranên hilbijartinê yên bêdestûr dida guhdarîkirin jî bûbû rojev.    Her wiha Yildiz malbatên feqîr ên ku qeydên wan li Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî hene agahiyên wan şexsî wergirtibû û bertîla hilbijartinê li malbatên feqîr belav kiribû. Derketibû holê ku Yildiz û tîma xwe ya xebata hilbijartinê di pêvajoya hilbijartinê de ji her jinekê re 2 hezar û 500 lîre pere razandibû.     MA / Omer Akin