Leşkeran bi ser mala Yildirim de girtin 2024-07-08 09:12:36   AMED - Cendirmeyên dewleta tirk bi ser mala Mehmet Yildirim ê li gundê Nenyasê yê Liceyê hatibû qeqetilkirin de girtin.    Leşkerên dewleta tirk ên di şeva 24’ê gulanê de li gundê Nenyasê yê navçeya Lice ya Amedê derketin operasyonê û Mehmet Yildirim qetil kiribûn. Hat zanîn ku leşkeran îro bi ser mala Yildirim a li gund de girtin. Leşkerên ku derî şikandin û ketin hundir, li malê lêgerîn kirin.    Xwişka Yildirim, Fehîma Yildirim got ku têkildarî sedema serdegirtinê tu agahî bi wan re nehatine parvekirin. Yildirim, diyar kir ku di lêgerînê de tu tiştek nehatiye desteserkirin û piştî lêgerînê leşker ji malê derketine.