Wesayîtê li keriyê pez xist: Şivanî jiyana xwe ji dest da 2024-07-08 10:16:49   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê wesayîtekê li keriyê pez xist. Di qezayê de şivanî jiyana xwe ji dest da.    Li herêma dibistanan a rêya hawirdorê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê wesayîteke ku ajokarê wê bilez diajot li keriyê pez xist. Di qezayê de şivanê ku navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da. Her wiha gelek mîh jî mirin. Li ser îxbarê, komên tenduristiyê û polîs li cihê bûyerê hatin sewqkirin.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.