Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû 2024-07-08 11:05:36   ÊLIH - Li gundê Bilexşê yê Kercewsê 15 rojan operasyona leşkerî berdewam kiriye. Piştî operasyonê me xwe gihand gund. Kes li gund nemaye. Gundiyan tiştên li gund qewimîne wek “qiyametê” nirxandin.    Li gundê Xirbêkûr yê bi ser navçeya Heskîfa Êlihê ve ku dikeve qûntarê Çiyayê Mawayê artêşa tirk di 18’ê hezîranê de operasyona leşkerî hat destpêkirin. Piştî operasyonê şer û pevçûnên ku qewimîn 22’yê hezîranê belavî gundê Bilexşê yê bi sr navçeya Kercewsa Êlihê bû. Operasyon li gundê Bilexşê bi dawî bû. Piştî operasyonê me xwe gihand gund û şop û bermayiyên şer hê li erdê ne.   Ji ber şer û bombebaran hatiye kirin gelek dever hatine şewitandin. Operasyona li gundê Bilexşê heya 6’ê tîrmehê berdewam kir. Di 6’ê tîrmehê de 11 welatiyên ji gund bi lêdanê ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Li ser ferman û biryara Walîtiya Êlihê hê jî derûdora gund qedexe ye. Operasyonê 15 rojan li ser gund berdewam kiriye, xelkê gund di dorpêçê de bûye û gefên kuştinê li gundiyan hatine xwarin.    RÛXANDINA LI GUND    Ji ber binçavkirin û gefxwarinê gelek şêniyên gund koçî navenda Êlihê kirine. Niha kes li vî gundê ku 20 malên wê hene, tune ango najî. Gelek erazî û zevî ji ber bombebaranê şewitî ne. Qalikên guleyan jî li derûdorê tên dîtin.    Li gorî agahiyên me bi dest xistin; dema operasyon berdewam dike, şewatek pir mezin derdikeve û agir bi derûdorê dikeve. Xortûm û kelûpelên welatiyan ên avdana baxçeyan şewitîn. Bax û bostanên welatiyan ji bêaviyê ziwa bûn û gelek jî şewitîn. Mudaxileya tîmên agirkujiyê ya şewatê hat astengkirin. Di 23’ê hezîranê de baran barî û şewat ji ber xwe ve vemirî. Hat zanîn ku heke baran nebariya dê agir rê li ber felaketek mezin vekira.    FOTO: btm-08-07-2024-koyde-tehdit-korku-catisma-yangin   Talan û rûxandin tenê ne li nava gund pêk hatiye di heman demê de li Çiyayê Mawa ku li miqabilî gund dimîne ji ber bombebaranê hatiye rûxandin û şewitî ye. Tê xuyakirin ku ji ber bombebaranê tatên mezin ji çiya ketine û rûxandin pêk hatiye.    'NEHEQÎ BERDEWAM DIKE'    Şêniyên gund ku ji ber hinceta ewlehiyê nexwestin navê wan bê diyarkirin, tiştên di wan rojan de li gund qewimîn wek, “qiyametê” pênase kirin. Gundiyan destnîşan kirin ku li devera çiya û derûdora gund bombebaranek giran qewimî ye û ew bi rojan nikaribûne ji malên xwe derkevin derve. Gundiyan da zanîn ku baxçe û zeviyên wan ji bêaviyê ziwa bûne û di dema dorpêçê de bi kuştinê re rû bi rû mane. Gundiyan anî ziman ku neheqiya ku li gund li xelkê hatiye kirin ne bes bûye, ev neheqî û bêhiqûqî bi binçavkirina şêniyên gund berdewam kiriye.    MA / Fethî Balaman