Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî 2024-07-08 11:40:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Gabrîel Başo di nivîsa xwe de bal kişand ser geşedanên li Herêma Kurdistanê û wiha got: "Niha artêşa NATO, PDK û Iraq dibin yek û êrîş dikin. Hewl didin kurdan parçe bikin, belav bikin, koçber bikin."   Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Gabrîel Başo bi serenavê "Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî" bal kişand ser geşedanên li Herêma Kurdistana Federe. Nivîsa Gabrîel Başo wiha ye: "Li Kurdistanê şerekî giran heye. Ev şer her ku diçe girantir dibe. Li hemberî şerê artêşa tirk (NATO) û pêşmergeyên PDK’ê, Şervanên Azadiya Kurd berxwedanek pêhempa nîşan didin. Dewleta tirk îro bi hemû teknîka xwe ya modelên dawî û hêza NATO'yê bi pêşengiya hêza PDK’ê li başûrê Kurdistanê li dijî Şervanên Azadiyê şer dike. Her roj bi tank, top û hemû maşîneyên zirxî dikevin başûrê Kurdistanê. Niha jî bi maşîneyên zirxî Amediyê dagir dike. Li aliyê din PDK destûrê dide dagirkeriya dewleta tirk û himbêza xwe li dagirkeriya artêşê vedike. Hikûmeta Iraqê jî vê dagirkeriyê erê dike. Di şer de leşker pir tên kuştin. Cerdevan tên kuştin. Lê ji ber ku leşker û cerdevan bi pereyan şer dikin, kuştina wan bi raya giştî re parve nake. Ji ber ku leşkerên bi peyman û bi pere ne, tenê malbatên wan agahdar dikin. Hezên HPG’ê her roj daneyan parve dikin û diyar dikin ku çend leşker hatine kuştin, çend SÎHA û ÎHA hatine xistin. Li gorî daneyên HPG’ê her roj leşker tên kuştin. Her roj SÎHA û ÎHA tên xistin. Dema em li daneyê Hêzên Parastina Gel (HPG) a meha hezîranê binerin asta şer xuya dike. HPG’ê di rapora xwe de anî ziman ku ji Bakur heta Herêmên Parastinê yên Medyayê, Kurdistan bi temamî bûye qadên berxwedanê û wiha got 'Di hezîranê de bi giştî 185 çalakî hatine lidarxistin, 46 leşkerên tirk ên dagirker hatine cezakirin.'   Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, di meha Hezîranê de bi amûrên hewayî bi giştî 25 çalakî pêk anîne û derbên bi bandor li dagirkeran dane. Dema mirov li çalakiyan dinêre, HPG’ê 160 çalakiyên bejahiyê û bi giştî 185 çalakî pêk anîne. Li aliyê din dema mirov li êrîşên artêşa tirk dinêre, dibîne ku 273 caran bi SÎHA'yan êrîş kirine. 11 caran bi helîkopteran êrîş kirine. 54 caran bombe û çekên xedexe bikar anîne. 6 caran bi drone êrîş kirine. 75 caran bi çekên kîmyewî êrîş kirine.   Dema em li daneyên meha gulanê jî binerin em dikarin van agahiyan bidin: Bîlançoya şer a têkoşîna meha Gulanê, bi berfirehî wiha ye: Artêşa tirk 245 caran bi balafirên şer êrîş kiriye. 43 caran bi helîkopteran êriş kiriye. 37 caran bi teqemeniyên qedexekirî êrîş kiriye. 61 caran bi dronên bombebarkirî êrîş kiriye û 286 caran jî bi çekên kîmyewî êrîş kiriye.   Hêzên HPG’ê jî 82 caran çalakî li dar xistine. Di van çalakiyan de 43 leşker hatin kuştin, 4 leşker birîndar bûne.   Li aliyekî êrîşên dewleta tirk zêde dibin, li aliyê din li dijî van êrîşan çalakiyên şervanên kurd jî zêde dibin. Li aliyekî dagirkeriya artêşa tirk a başûrê Kurdistanê zêde dibe, li aliyê din Barzanî û PDK artêşê hembêz dike û deriyên xwe li artêşê vedike. Dagirkeriya artêşa tirk a çend rojên dawî nîşan dide ku artêş amadekariya şerekî mezintir dike. Em dikarin vê rastiyê bi çend mînakên dawî şênbertir bikin.   LI ALIYEKÎ DIŞEWITÎNIN LI ALIYEKÎ GUNDAN VALA DIKIN Û HERÊMÊ DAGIR DIKIN    * Li gor agahiyan, ji deverên ku artêşa tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê dixwaze başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike, leşkerên artêşa tirk a dagirker nav gund û rezên bajarokê Dêrelokê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê digerin, rez û baxên gundiyan topbaran dikin.   * Dewleta tirk a dagirker gundê Sergelê yê li sînorê bajarokê Amêdiyê ser bi parêzgeha Dihokê topbaran kir û encamê de şewatek mezin derket. Welatiyên herêmê jî bang li aliyên peywendîdaran kirin ku li hewara wan biçin.   * Di şeva 3’ê tîrmehê de dibin çavdêriya PDK’ê de bi dehan wesayîtên zirxî yên artêşa tirk derbasî navenda navçeya Amêdiyê ya Dihokê bûn.   * Piştî ku artêşa Tirk a dagirker Dergelê Mîsa Begî yê li qûntara Çiyayê Metîna yê girêdayî bajarokê Kanî Masê, bi darê zorê welatî ji gundên wan derxist û gund vala kir.   * Piştî êrîşa li ser herêma Rêkaniyan a navçeya Amêdiyê ya Dihokê, şewateke mezin derket. Şewat di encama hedefgirtina cihên sivîlan de derket û li qadeke berfireh belav bû.   * Li gorî nûçeya RojNewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, şeva 6’ê tîrmehê hêzeke mezin a leşkerî ya dewleta tirk derbasî gundê Guherzê yê navçeya Amediyê ya Dihokê bû.   Li gorî van daneyan mirov dibîne ku artêşa tirk êdî bi daxwaza PDK’ê axa Kurdistanê dagir dike. Artêşa tirk û PDK’ê dest daye hev û li dijî şervanên kurd û gelê kurd şerekî dijwar dane destpêkirin. Li aliyekî çiyayê Kurdistanê dişewitînin. Li aliyekî gundan vala dikin û li aliyê din herêmê dagir dikin.   NIHA LI BAŞÛR HEMAN RÊBAZÊ PÊK TÎNIN   Artêşa tirk di salên 1990’î de gundên bakur şewitandin û bi hezaran gund vala kirin. Gotin em ê behrê zuha bikin û masîvaniyê bikin. Lê her çend gund vala kirin jî encam negirtin. Niha jî li Başûrê Kurdistanê heman rêbazê pêk tînin. Li gorî nûçeyên di ajansan de hatin parvekirin, li herêma başûrê Kurdistanê nêzî 158 gund li nêzî Metînayê hatine valakirin. Dîsa nêzî 600 gund bi valakirinê re rû bi rû ne. Her roj leşkerên tirk bi hevkariya PDK’ê gefan li gundiyan dixwe ku gundên xwe vala bikin. Ev jî nîşan dide ku artêşa tirk çawa li Bakur li dijî şervanên azadiyê bi ser neket, li başûrê Kurdistanê jî bi ser nakeve. Ji ber vê yekê li aliyekî PDK’ê dike hevkarê xwe, li aliyekî çekên kîmyewî û qedexe bikar tîne, li aliyê din gundan vala dike. Lê her çend artêşa tirk û dewleta tirk vê rastiyê ji raya giştî veşêre jî, dawiya dawî ev rastî dê bê dîtin.   ŞEREKÎ PIR GIRAN Û MEZIN HEYE   Li bakurê Kurdistanê jî şer didome. Di meha dawî de li Çiyayê Mawa, Kato, Gilî Dax û çend cihên din leşker derketin operasyonan. Gund û zozan qedexe kirin. Di van operasyonan de şer derketin. HGP’ê piştî van operasyonan daxuyanî da ku endamên wan şehîd ketine. Lê Artêşa Tirk qet qala kuştiyê xwe nekir. Ji ber ku herêm li gundî û rojnamegeran tê qedexekirin rojnameger nikarin biçin lêkolîn bikin. Gundî nikarin biçin çavdêriyê bikin. Ji ber ku artêş li herêmê tecrîdê pêş dixe bi hêsanî dikare kuştî, birîndar û têkçûna xwe veşerê. Ji ber ku sansurek mezin li ser şerê herêmê heye ev rastî nayê dîtin. Lê dema mirov li encamê dinere dibîne ku şerekî pir giran û mezin heye.   PDK'Ê Û IRAQ TEV LI KOMPLOYÊ DIKIN    Dema mirov li geşedanên dawî yên Artêşa tirk, PDK’ê û dîplomasiya di navbera hikûmeta AKP-MHP, PDK, Iraq û DYA’ê de dinere, dibîne ku komploger negihiştine armanca xwe û komployê bi rêbazên din berdewam dikin. Çeper û hevkarê komployê zêde dikin. PDK'ê û Iraqê tev li komployê dikin.   Di 1999’an de hêzên hegomon bi komployek navdewletî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê kir. Lê Rêber Ocalan bi fikr, felsefe û paradîgmaya  xwe ev komplo pûç kir. Zindana Îmraliyê kir dibistana şaristaniya demokratîk û konfederalîzma demokratîk. Hêzên hegoman, îro ji bo rê li pêş fikrên Rêber Ocalan bigirin tecrîdê berdewam dikin. Lê her çend tecrîdê berdewam bikin jî gelê cîhanê êdî li ser fikr û felsefeya  Rêber Ocalan xwe perwerde dike û bi rêxistin dike. Em vê rastiyê di hamleya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de dibînin.   KURD AX, NASNAME Û VÎNA XWE DIPARÊZIN   Hêzên komploger ji ber nikarin hişê kurdan tune bikin, vê carê dixwazin bedena kurdan tune bikin. Hewl didin kurdan parçe bikin, belav bikin, koçber bikin. Ji bo vê yekê jî artêşên dewletên cîhanê li ser şervanên kurd kom dikin.Vê carê artêşên nûjen ên Asûr, Roma, Bîzans, Birîtanya û NATO li ser serê kurdan bûne yek. Di dîrokê de kurdan xwe dan kîjan alîyî, ew alî bû hêz û împarator. Vê carê kurd êdî xwe, axa xwe, nasname û vîna xwe diparêzin. Vê carê kurd ji bo xwe şer dikin. Kesên ji bo xwe û mafên xwe şer bikin tu hêz nikare pê re şer bike. Li pişta kurdan çiyayên bilind û asê hene. Gelên cîhanê hene. Di dîrokê de van çiyayan her tim zarokên xwe hembêz kiriye û tu carî nedaye destê dijmin. Êdî hem çiya kurdan diparêze û hem jî gelên cîhanê li kurdan xwedî derdikevin. Yekîtiya gelan ava dibe. Ev tirsa herî mezin a dewletan e. Êdî di pêşengiya gelê kurd de hemû gelên cîhanê dibin yek."