Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn! 2024-07-08 13:36:18 AMED - Prof. Dr. Cenap Ekîncî diyar kir ku xelkê Amedê di serdema koronayê de ji bo cerebeyeke ku li ser heywanan nehatiye bikaranîn weke “kobay” hatiye bikaranîn. Ekîncî, da zanîn ku kesê bi balafireke taybet hatiye Amedê jî M.S. ye ku xizmê wezîrekî ye.    Endamê Hîndekariya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Cenap Ekîncî îdia kir ku di sala 2020’an di dema vîrûsa koronayê de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê li ser hinek nexweşan “Rêbaza Tedawiya Tîroşkê ya Tirk (TurkishBeam)” hatiye ceribandin û ji ber vê rêbazê hinek nexweşan jiyana xwe ji dest dane. Ekîncî, got ku xelkê Amedê weke “Kobay” hatiye bikaranîn.   Dr. Ekîncî têkildarî îdiayên xwe yên berê jî kiribû, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev agahî parve kir:    “* Balafireke taybet a walîtî jê hatiye agahdarkirin daket Balafirgeha Amedê. Ji balafirê bi serokatiya kesekê li nexweşxaneyeke taybet dixebite û weke prof. Nexweşiyên Sing. tê naskirin, şandeyeke ji 5 tenduristvanan û du sivîlan pêk tê paya bûn.    * Ev kom li balafirgehê ji hêla walîtiyê ve hate pêşwazîkirin û vê komê yekser berê xwe da Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Koma ku yekser xwe gihandî nexweşxaneyê, ji hêla Midûrê Tenduristiyê yê Bajar C.T. û Serbijîşk E.B. ve hate pêşwazîkirin. Armanca komê ew e ku cîhazeke vîrûsa Covîd 19’ê bêyî dermanan di xwînê de tedawî dike bifiroşe Wezareta Tenduristiyê.    * Wezaret naxwaze vî cîhazî bikire ji ber ku tu aliyê wî yê zanistî tune ye. Û li cîhanê qet nehatiye bikaranîn. Têkildarî cîhazî tu cerebe û xebatên fazê nehatine kirin. Berpirsyarê komê M.S. (xizmê wezîrekî ye), biisrar dixwaze cîhazî biceribîne û tavilê raporekê amade bike.    * Tu nexweşxane vê rêbaza ku dê li ser nexweşan bê ceribandin qebûl nakin. Lê her çi hikmet be, Serhekîmê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê qebûl dike ku li ser nexweşên wî bê ceribandin. Sê rojan bêyî agahiyê bidin nexweşan û xizmên wan, li ser nexweşan diceribînin.    * Dixwestin li pêşiya nexweşxaneyê li ber kamerayan û bi weşanda zindî pêşkeşiyekê bikin. Lê belê wezaret mudaxilî vê nabe. Lê belê şandeya ji Midûrê Tenduristiyê yê Bajar, Serhekîm û hwd. pêk dihat derketin pêşberî kamerayna û ji welat re ragihandin. Serkeftina vê tedawiya ku navê Turk Işini lê kirin, bi cîhanê re parve kirin.    * Ez serokê vê koma ku her serê sibehê bi balafira taybet dihat û bi şev diçûn mala xwe nas dikim. Ez dizanim ku hinek nexweşên ku bi vê qaşo Turk Işiniyê hatin tedawîkirin û piştre wefat kirin nas dikim. Wezaretê ev cîhaz nekirî û bi kar ne anî. Gelo li Amedê çend welatî ji bo vî cîhazî weke kobay hatin bikaranîn?    * Berpirsyarên vê kî ne? Balafira taybet a kê ye? Çima Amed hate hilbijartin? Çima gel weke kobay hat bikaranîn? Tiliya xizmê wezîr çiqas di vî karî de ye?”   'MIN KIRIBÛ ROJEV LÊ KESEKÎ GUH NEDAYÊ’   Di hezîrana 2022’yan de Midûrê Tenduristiyê yê Bajar a Amedê Cîhan Tekîn, Serbijîşkê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê Doç. Dr. Erkan Baysal û Cerrahê Dil Demaran ê Zanîngeha Gaziyê Prof. Dr. Hîkmet Gedîk jî di nav de komekê têkildarî rêbaza tedawiyê ya behsa xeberê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hatibû ragihandin ku Rêbaza Tedawiya Turk Işiniyê bi koordînasyona Gedîk li ser nexweşê zilam ê 46 ku tespîta Covîd-19’ê hatibû kirin hatiye ceribandin.    Piştî îdiayan, me li ser telefonê xwe gihand Ekîncî. Ekîncî, wiha got: “Îdiaya min li holê ye û delîl li holê ne. Jixwe van camêran bi veşarî nekirin, li pêş çavên her kesî kirin. Wê demê welat bêxwedî bû. Me jî çendek caran ev mijar kir rojev lê kesekî guh nedayê. Rewş rast e û îdiayeke vala nîne.”    'GELO PROTOKOLÊN TEDAWIYÊ HATIN QUTKIRIN?’    Ekîncî, got ku bêyî li ser heywanan were ceribandin, bêyî ku bi awayekî fermî were erêkirin, bêyî destûra Wezareta Tenduristiyê, balafira taybet serê sibehê hatiye û bi şev ziviriye. Ekîncî, wiha domand: “Balafir aydê şîrketeke taybet e. Ya ku ev kirî şîrketeke taybet e... Bi rastî jî rewşekî gelek girîng e... Yê ku ev kirî xizmê wezîrê bi navê M.S. ye. 4 rojan bi balafireke taybet hate Amedê û çû. bêyî li ser heywanan were ceribandin, bêyî ku bi awayekî fermî were erêkirin, bêyî destûra Wezareta Tenduristiyê, bi roj bi balafirê tê û bi şev dizivire. Ev yek li pêşiya nexweşxaneyê bi tevahiya Tirkiyeyê re ragihandin. Gelo ev rêbaz li ser çend nexweşan hate ceribandin? Protokolên tedawiyê qut bûn an na? Digotin baş bûye, kî ye ev nexweş, navî wî/wê çi ye? Niha li ku derê çend nexweş hene? Divê ev tevek bên dîtin.”