Ji Colemêrgê re ma 10 kîlometre: Li dijî qeyûm banga têkoşîna hevpar 2024-07-08 13:49:09   COLEMÊRG - “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” di roja 9’emîn ango roja dawî de berdewam dike. 10 kîlometre ma ku meşvan bigihîjin navenda Colemêrgê. Di daxuyaniya hat dayîn de banga têkoşîna li dijî qeyûm hat kirin.    “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê r” ya ku DEM Partiyê li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê daye destpêkirin, di roja 9’emîn ango roja dawî de berdewam dike. Ma 10 kîlometre ku meşvan xwe bigihînin navenda Colemêrgê. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak, pêkhateyên DEM Partiyê, hevşaredar û encumen di nav de nêzî 500 kesî ber bi navenda bajêr ve meşa xwe didomînin. Meşvan serê sibehê ji tesîsa bêhnvedanê ya li Depînê dest bi meşê kirin û li qeraxê Çemê Zê berê xwe dan Colemêrgê.    MEŞA LI DIJÎ DESTHILATDARIYÊ    Daxuyanî hat dayîn. Hevberdevkê HDK’ê yê Stenbolê Alî Bal axivî û destnîşan kir ku ev meş wan meşa li dijî polîtîka û zîhniyeta desthilatdariyê û qeyûmên wan e.    BANGA TÊKOŞÎNÊ    Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk jî daxuyanî da û li dijî tayînkirina qeyûm banga têkoşîna hevpar kir û got çi dibe bila bibe ew ê li dijî desteserkirina îradeya gel û polîtîkaya qeyûman berxwedana xwe bidomînin.    Piştî daxuyaniyê meşvan derketin rê û meşa xwe domandin. Tê payîn meşvan saet di 16.00’an de bigihîjin navenda Colemêrgê û daxuyaniyek çapemeniyê ya girseyî li dar bixin.