Qada şewat lê derketî weke ‘herêma karesatê’ hate ragihandin 2024-07-08 16:29:06   AMED - AFAD’ê herêma şewatê ya di navbera Amed-Mêrdînê de weke “Herêma karesatê” ragihand.    Serokatiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) gundên di navbera Xana Axpar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de ji şewatê bibandor bûbûn weke “Herêma Karesatê” ragihand.    AFAD’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku di şewatê de ziyan gihiştiye gundên Tobînê û Helberê yên Xana Axpar û Kelekê û Dirînê yên Şemrexê. Bi domdarî hat gotin ku ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên xizmên 15 kesên jiyana xwe ji dest dayîn, ji bo Amedê 3 milyon TL, ji bo Mêrdînê jî 2 milyon alîkariya lezgîn a nexdî hatiye şandin. Têkildarî alîkariya bi şêniyên ziyana wan a madî çêbûyî re jî wiha hate gotin: “Di heman demê de ji bo pêşwazîkirina zirara çandinî û sewalvaniyê jî AFAD’ê bi giştî 55 milyon lîre şandiye.”