Hevrazê Colemêrgê derbas kirin û gihiştin navendê 2024-07-08 16:02:44 COLEMÊRG - “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” ku di 30’ê hezîranê de dest pê kir gihişt Colemêrgê. Bi sedan kesên tevî hewayê germ ji Depînê heta navendê bi hevrazî ve meşiyan, cihê herî zehmet ê ji 200 kîlometreyan temam kirin û gihiştin bajêr.    “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” ku di 3’yê hezîranê de li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hatiye destpêkirin di roja 9’emîn de cihê herî zehmet hate temamkirin. Meşvanên ku hevrazê 10 kîlometreyî ku ji Depînê heta navenda bajarî derbas kirin, îradeyeke mezin danîn holê. Li bajarê ku germa hewayî zêdetirî 30 dereceyan bû, bi taybetî ji meşvanên temen mezin cihê herî zehmet ê ji 200 kîlometreyan bû. Meşvanên di hevrazî de sê caran bêhna xwe vedan, derketin paceyan û bi îşareta serkeftinê û dirûşmeyan meşvan pêşwazî kirin. Welatiyên ku av û çaya ji malên xwe anîn îkramî meşvanan kirin, bi dirûşmeyan ew oxir kirin.    Di heman kêliyê de mudaxileyî welatiyên ku nexweşiyên wan ên weke tansiyonê an jî yên cudatir hebûn hate kirin û ew rakirin nexweşxaneyê û girse bi coşeke mezin kete bajarî.    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak, pêkhateyên DEM Partiyê, hevşaredar, endamên meclisên şaredariyan û nêzî 500 kes beşdarî meşê bûn.