Xizmên girtiyan: Em ê serî netewînin 2024-07-08 16:42:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên girtiyan di çalakiya “Deng bide azadiyê” de diyar kirin ku dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha gotin: “Divê baş bê zanîn ku em ê serî netewînin.”    Çalakiya “Deng bide azadiyê” ku xizmên girtiyan di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Azadiya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk” daye destpêkirin didome.    MÊRSÎN    Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Kampusê ya Tarsusê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    'TÊKOŞÎN DÊ BIDOME’    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Mêrsînê Alî Bozan di çalakiyê de axivî û wiha bal kişand ser sedema pirsgirêkan: “Li vî welatî derhiqûqtî hene. Çawa hene? Li Girtîgeha Girava Îmraliyê tecrîdeke girankirî li ser birêz Abdullah Ocalan heye. Vaye tam jî ji ber vê yekê dema em li djijî tecrîdê derdikevin di heman demê de xwedî li hiqûqa 85 milyonan derdikevin. Bi meha ye em li pêşiya girtîgehan e û bi meha ye li pêşiya avahiyên AKP’ê fikrên xwe yên têkildarî tecrîdê vedibêjin. Em vê careke din dibêjin; em ê derhiqûqtî, bêqanûntî û hwd. qebûl nekin. Heta tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan tê rakirin dê têkoşîna me bidome.”    Piştî daxuyaniyê, beşdaran çalakiya rûniştinê li dar xist. Çalakî, bi çepik, tililî û dirûşman bi dawî bû.    ÎZMÎR   Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Kiriklarê hatin gel hev. Çalakvanan pêşmalk û kumên bi nivîsên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Deng bide azadiyê” li xwe kirin.  Gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Na ji tecrîdê re aştî a niha” hatin berzkirin.    Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin di çalakiyê de got ku ew ji bo azadî, edalet û aştiya civakî têdikoşin. Akin, wiha domand: “Sepanên li Tirkiye û Kurdistanê di meriyetê de, sepanên dermirovî ne. Mînaka wan di dîrokê de nîne. Hewl didin rejîmekê ava bikin. Ev rejîm bi rêya qeyûman didome. Em li vir dîsa bang dikin; gelek hevalên me yên girtî hene ku pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Divê mafên van hevalan bên dayîn.”    'BAŞ BIZANIN KU EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’   Ji Dayikên Aştiyê Medîne Kaymaz jî diyar kir ku gelê kurd aştiyê dixwaze û axaftina xwe wiha qedand: “Daxwaza me edalet e ne zilm e. Em li gel Rêberê gelê kurd in. Em li ser şopa wî ne. Dê têkoşîna me bidome. Baş bizanin ku em ê serî netewînin. Heta ku ev zilm li ser xak, gel û zimanê me hebe, em ê dev jê bernedin.”