Elîşer û Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn 2024-07-08 16:56:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Giştî ya DAD’ê bi daxuyaniyekê Elîşer û Dayika Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina wan de bi bîr anîn û soza têkoşînê da.    Navenda Giştî ya Komeleyên Elewî yên Demokratîk (DAD) bi boneya salvegera qetilkirina Elîşêr û Zerîfeyê ya di 9’ê tîrmeha 1937’an de daxuyaniyeke nivîskî weşand. DAD’ê bi lêv kir ku Elîşêr û Dayika Zerîfe li dijî meylên yekperest, înkarker û tunekirinê yên li ser civakîbûna elewiyên kurd mil bi mil têkoşiyan û diyar kir ku Zerîfe û Elîşer, rehberên têkoşîna ji Koçgiriyê heta Dêrsimê ronî dide ne.      DAD’ê di berdewama daxuyaniyê de wiha got: “Elîşêr qasî ku pêşengî ji berxwedanê re dikir di heman demê de ji bo rêya elewîtiyê biparêze Û hişmeniya civakî zindî bihêle berhemên girîng ên wêjeyî nivîsandin. Ked da kovara kurdî ya bi navê Jînê. Dayika Zarîfe jî di kesayeta xwe de nêzîkatiyên mêrsalarî yên kevneşopî ku jinan di jiyanê de weke mirovên duyemîn tên hesibandin, xeta dîrokî ya azadîxwaz a erdnîgariya Rêya Heq di kesayeta xwe de kiriye yek û di berdewama wê de bi zanebûna xwe pêşengî ji berxwedanê re kiriye û bi hevdîtina jinan re ew jî kirine kirdeyên berxwedanê.”   ‘TÊKOŞÎN DÊ BIDOME’     DAD’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku tiştên ku Elîşêr û Dayika Zerîfe kirine, gotine û nivîsîne çeraxên ku rêya me ronî dikine. Di 2’yê tîrmehê de di bîranîna Komkujiya Madimakê de weke ku me di Sêwazê de qîr kir; ji Elîşêr heta Hasret, ji Zerîfeyê heta Hasret dê têkoşîna me bidome. Di kesayeta Elîşêr û Dayika Zerîfe de hemû canên xwe yên li Koçgirî û Dêrsimê hatine qetilkirin bi girêdayîn bi bîr tînin.”