Bayindir: Bila ev çiya şahidên me bin wê berxwedan berdewam bike 2024-07-08 17:06:13 COLEMÊRG - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir piştî meşê axivî û got: “Bila ev çiya şahidên me bin, heta em encamê negirin em ê li ber xwe bidin.”    “Meşa Rêzigirtina ji Îradeyê re” li navenda Colemêrgê bi dawî bû. Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî hat dayîn. Daxuyanî li ber Walîtiya Colemêrgê hat lidarxistin. Hevsrokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li vir axivî û ewilî spasiya hemû meşvanan û çalakvanan kir. Bayindir destnîşan kir ku ji 3’yê hezîranê roja qeyûm tayînî ser Şaredariya Colemêrgê hatiye kirin heta roja îro gelê kurd û dostên xwe li dijî qeyûm li ser pêya ne û li ber xwe didin û helwesta xwe li dijî zaliman nîşan didin.    ‘EM Ê XWEDÎ LI ÎRADEYA GELÊ KURDISTANÊ DERKEVIN’    Axaftina Bayindir wiha ye:    “Digotin belkî du sê roj li ber xwe bidin û dest ji çalakiyên xwe berdin. Lê bila baş bizanibin, li qada Colemêrgê ji gelê xwe yê Kurdistanê re dibêjin; bila ev çiyayên hanê şahidên me bin, bila dayikên dilêş û dilşewat şahidên me bin, bila gelê Colemêrgê yê berxwedêr şahidê me be, heta ku em encamê negirin, em narewestin. Ji ber ku em xwedî li îradeya xwe derdikevin. Ji ber ku em xwedî li demokrasiyê, aştiyê û wekheviyê dikevin. Çimkî em mafdar in. Heta ku em mafên xwe bi dest nexin, em ê vê berxwedana xwe berdewam bikin. Ji ber vê yekê em li qada Colemêrgê piştî meşa 9 rojan em dibêjin; îro ev meş li vir bi dawî dibe lê berxwedan û têkoşîn bilind dibe. Bila her kes viya jî baş dizanibe.    QANÛNÊN XWE BINPÊ NEKIN   Em ji vir bangî van zaliman û bêbextan jî dikin; em we dawetî qanûnên we dikin. Qanûn û destûra bingehîn ku we nivîsandine, binpê nekin. Îradeya gelê kurd û gelan desteser nekin. Bila bizanibin wê ev zalim di hêrsa dayikên 80 salî û kalemêrên 70-80 salî de bifetisin. Ji ber vê yekê tu kes nikare pêşî li vê îradeyê bigire. Viya jî baş bizanibin heta em negirin, em ê vê têkoşîn û berxwedanê berdewam bikin. Mala we hemûyan hezar car ava be. Lingên we sax bin. Hûn her hebin.”   Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Colemêrg ya me ye” bi dawî bû.