Ceza hatin protestikirin: Em her tim binivîsin 2024-07-08 20:39:10   ENQERE - Bertekên li hemberî cezayên li rojnamegeran tên birîn dewam dikin, di daxuyaniya hevpar a îro de hat gotin, "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" û hat gotin, "Çawa ku gelê Kurd jî şerê xwe yê rizgariya neteweyî û civakî didomîne dê di dawiyê de bigihêjin xala ku dixwazin ji bo gelê xwe bi dest bixin, em ê heta wê kêliyê rojnamegeriya xwe bidomînin."    Piştî daxuyaniyên li Amed û Stenbolê 8 rojnamegerên ku di 29’ê Cotmeha 2022’an de di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de hatin girtin 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li 8 rojnamegeran hate birîn. Cezayên hatin birîn hatin ṣermezarkirin. Di daxuyaniya bi pêşengiya DFG, MKG, Disk Basîn Îş, Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), Rêxistina Bajarê Enqereyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), Parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayigit û Sînan Çîftyûrek, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, gelek sazî û kes beşdar bûn. Nûçegihana JINNEWS’ê Melek Avcî daxuyaniya hevpar a çapemeniyê xwend.   Melek diyar kir ku îro dîsa li dijî binpêkirinên azadiya ragihandin û çapemeniyê hatin cem hev. Melek got, “Mixabin hemû hikûmetên li Tirkiyeyê di dîroka xwe de li dijî azadiya çapemenî û ragihandinê xwedî qeydên tarî ne. Hikûmeta AKP'ê di dîroka Tirkiyeyê de hemû zext û êrîşên li hemberî çapemeniyê bi awayekî herî sîstematîk pêk anî. Bi van êrîşan hewl hat dayîn hemû çapemeniya muxalîf bê bêdengkirin û bêbandorkirin."   Melekê herî dawî di daxuyaniyê de peyama ew ê tu carî li dijî zextan serî netewînin da.