Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm: Hûn ê winda bikin 2024-07-08 22:52:28   STENBOL - Di nobeda 29 rojan a li dijî qeyûman a Stenbolê de peyama, "Wê qeyûm têk biçe" hat dayîn.    Çalakiya nobedê ya ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê ve li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hatibû destpêkirin, di roja 29'a de berdewam dike. Gelek welatî tevlî bûn û tîşortên "Qeyûm here" li xwe kirin.    Di çalakiya ku pankart hat vekirin de timî dirûşmên "Bijî berxwedana Colemergê" û "Qeyûm dê herin, em ê bimînin" hatin qîrîn.    Hevseroka Navçeya Kagithane ya DEM Partiyê Delal Eroglû li vir axaftinek kir. Delal, anî ziman ku berxwedan ji Colemêrgê heta Stenbolê heta zindanan dewam dike û got: “Eger li cihekî desteserkirin an jî neheqî hebe em ê li qadan bin. Dema em li çavên dayikên xwe dinêrin, em ji wê berxwedanê hêz distînin. 29 roj in em tên vê herêmê. Têkoşîna me ya mafdar heye, em ê têkoşîna xwe bidomînin.   'HÛN Ê WINDA BIKIN'   Piştre Aktîvîsta TJA'yê Dîcle Aşe mafê axaftinê girt. Dîcle diyar kir ku gelê Kurd wê êdî li hemberî polîtîkayên qeyûman bêdeng nemîne û got: “Colemêrg rûmeta me ye. Piştrast bin ku em paşde gav navêjin. Ji gelê me tenê yek mabe jî ew qeyûm biçe. Vê bizane; Kurd ne Kurdê berê ye. Kurd dixwazin xwe birêve bibin. Gel we naxwaze, we winda kir, hûn ê winda bikin."   Herî dawî di çalakiyê de Dayika Aştiyê Sabîha Bozan axivî. Bozanê berxwedana li girtîgehan û li dijî qeyûman silav kir û got: “Em qeyûm naxwazin û em ê qeyûm bişînin. Em ê bi berxwedana xwe tecrîdê bişkînin. "   Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.