Nobeda li Îzmîrê: Banga têkoşîna hevpar 2024-07-08 23:56:00   ÎZMÎR - Nobeda edaletê ya li Îzmîrê ya li dijî qeyûman di roja 12’emîn de didome. Di nobetê de wiha banga têkoşîna hevpar hat kirin.   Li Îzmîrê Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Meclîsên Sosyalîst nobeta edaletê ya li dijî qeyûman dewam kir. Nobeda edaletê ya ku li dijî tayinkirina qeyûm dest pê kiribû di roja 12’emîn de berdewam dike. Dayikên Aştiyê, Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Şaxa Îzmîrê, Jinart Huner û gelek welatî beşdarî nobeda li ber Sûmerbanka Kevin bûn. Di çalakiyê de pêşmalkên bi nivîsa "Em li dijî qeyûman di nobeda edaletê ne" û dirûşma "Qeyûm darbe ye" hatin hilgirtin. Dirûṣma "Şaredarî yên me ne" hat berzkirin. Pankarta "Em li dijî qeyûman nobetê digirin" hatin vekirin.   Dirûşmên  "Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê", "Qeyûm derbeya li îradeyê ne", "Ji qeyûman re na", "Îrade, gel wê bi ser bikeve" û "Em qeyûm qebûl nakin", "Ji heqîqetê re edalet", "Deniz Poyraz serhildana me ye" hatin berzkirin.    Endama EHP'ê Mizgîn Sumbul li vir axivî û diyar kir ku di sedsala 21'an de jî mafê dengdayîn û hilbijartinê tê nîqaşkirin û gelê kurd bi vîna xwe dengê xwe daye û bi ferqeke mezin şaredar hilbijart, lê hikûmetê ji gelê kurd re got:'Ez vîna we nas nakim'    Sumbulê got: “Ji ber vê em dimeşin, ji ber vê yekê em li ber xwe didin. Bi hezaran rêhevalên me yên ku îro li Colemêrgê li ber walîtiyê çalakiya rûniştinê li dar xistin, em serbilind in. Divê vê îradeyê nas bikin. Divê mafê gelê kurd yê dengdanê û hilbijartinê nas bikin. Bêguman berxwedana me ya li vir wê bidome. Ger hewce bike em ê her hefte li vir rûnin, lê em ê wan qeyûman biṣînin.   Piştre Parlamenterê DEM Parti yê Îzmîrê Îbrahîm Akin axivî û diyar kir ku ev nêzî mehekê ye li dijî darbeya qeyûm têdikoşin.   Akin got: "Ev hikûmet mafê dengdanê û hilbijartina bi rêya qeyûm desteser dike. Bi vî awayî hewl didin darbeyê bikin û rejîma qeyûman asayî bikin, ne tenê li Colemêrgê, li seranserê welat guh nadin rêza destûrî. Ger gav neyê avêtin em ê di demên pêş de jî biqîrin ku ev desteserkirina îradeyê ye. Dev ji qeyûman berdin, demokrasiyeke wiha pêk nayê. Pêwîst e hemû hêzên demokratîk li dijî vê yekê têkoşîneke hevpar bimeşînin. Piştî axaftinan nobeda edaletê bi stranên hunermend Kasım Taşdogan dewam kir.    Çalakiya nobetê bi gerandina govend û dirûşmeyan bi dawî bû.