ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-09 09:00:05     * Berpirsê Ragihandina Ofîsa YNK'ê ya Mûsilê Xeyas Surçî bal kişand ser hevkariya Tirkiye û PDK'ê ya di êrişên didomin de û got: "Armanca rêveberiya herêmê ew e ku ji bo dagirkirina herêma Silêmanî û Helebceyê hincetean çêbike."   * Siyasetmedar Tûgba Hezer da xuyakirin ku bêyî çareseriya pirsgirêka kurd Tirkiye wê nikaribe bigihêje tu astê û got: "Li Chekî ku muxatab bê bêdengkirin, mirov nikare behsa çareseriyê bike."    * Rojnamevan Azad Rojava diyar kir ku serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan dê li Îranê nebe xwedî bandor û got: "Rayedarên hatine hilbijartin bi temamî di bin bandora Xameneyî de ne."   * Di encama polîtîkayên desthilata AKP'ê de ku tundiya li ser jinan rewa dikin, di 6 mehan de 250 jin hatin qetilkirin. Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen diyar kir ku têkoşîna azadiya jinê dikare bike ku desthilat paş ve gavê bavêje û got: "Divê desthilat dest ji rewakirina êrişan berde."   * Hevjîna girtiyê nexweş Mehmet Darga yê tevî nexweşiyên giran di hucreya yek kesî de tê ragirtin, Hulya Darga, bi lêv kir ku hevjînê wê bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne û daxwaz kir ku ew demildest bê berdan.    * Rojnameger Hediye Levent ji bo têkiliyên navbera Enqere-Şamê got “zehmete navbera wan baş bibe” û ev tişt anî ziman: “Armanca esasî ya Tirkiyeyê ew e ku avadaniya kurdan ji holê rake. Şam jî bi tirsa ku dê rê li ber şerekî navxweyî yê nû veke, xwe nade ber vê yekê.”   * Danişîna ewil a doza rojnamevan Hatîce Şahîn ku jê tê darizandin dê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.35)   * OHD, ÎHD û ÇHD rapora têkildarî êrişên nijadperest ên li Qeyseriyê rû dabûn amade kiriye dê li Navenda Giştî ya ÎHD'ê eşkere bikin. (10.30)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li Meclisê di komcivîna partiya xwe ya heftane de biaxive. (12.45) ZINDÎ   * Çalakiya nobedê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê dane destpêkirin dê bidome. (20.00-22.00)