Girtiyê nexweş Mehmet Darga di hucreya yek kesî de tê ragirtin 2024-07-09 09:01:22   ŞIRNEX - Hevjîna girtiyê nexweş Mehmet Darga yê tevî nexweşiyên giran di hucreya yek kesî de tê ragirtin, Hulya Darga, bi lêv kir ku hevjînê wê bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne û daxwaz kir ku ew demildest bê berdan.    Li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê zextên li ser girtiyan her ku diçe zêde dibin. Mehmet Darga yê li Girtîgeha Tîpa L ya Espiye ya Girsûnê girtî ye, tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyên giran nayê berdan. Darga ku nexweşiyên wî yên wekî şekir, nexweşiya mîde, gastrîta kronîk, mîde û 2 caran jî ji dilê xwe anjiyo bûye di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Darga yê ku 32 sal in di girtîgehê de tê ragirtin, di sala 1992'yan de li Mêrsînê hat binçavkirin û girtin. Darga di 32 salan de li Girtîgehên Edene, Şirnex, Wan û Çanakkaleyê de hatiye ragirtin û pişt re sirgunî Girtîgeha Gîresûnê hat kirin. Herî dawî jî bi hinceta ketiyê çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK Abdullah Ocalan pêk were û pirsgirêka kurd bi rêya demokratik çareser bibe hatibû destpêkirin, înfaza wî bi biryara Konseya Ewlekariyê hat şewitandin û xistin hucreya yek kesî. Darga ku di hucreya yek kesî de tê ragirtin, ji ber nexweşî û temenê xwe yê mezin nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne.   Hevjîna Darga, Hulya Darga ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku hevjînê wê ji ber nexweşiyên xwe nikare di girtîgehê de bimîne û xwest ew were berdan. .   'EW NIKARE PÊDIVIYÊN XWE BI CIH BÎNE'   Hulya Darga, anî ziman ku rewşa hevjînê wê Mehmet Darga giran e û got ku ew bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Darga, da zanîn ku diranên hevjînê wê ji ber îşkenceya ku lê hatiye kirin ketine û wiha got: “Ji bo hevjîna min teslîm bibe destpêkê ez binçav kirim. Ez wê demê ducanî bûm. Piştî ku hevjînê min hat binçavkirin pişt re ez hatim berdam. Hevjînê min 32 sal in di girtîgehê de ye. Nexweşiyên wî pir giran in. Ji ber ku di hucreya yek kesî de tê ragirtin nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Heke kesek li cem wî hebûya wê alîkariya wî bikira.  Ew bi tena serê xwe zehmetiyan dikişîne."    'DIVÊ DEMILDEST BÊ BERDAN'   Darga bi lêv kir ku 7 sal in wê nekariye ku hevjînê xwe bibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber nexweşî û zarokan min nekarî biçim hevdîtinê. Min zarokên xwe bi tena serê xwe mezin kirin. Bi tena serê xwe min debara malê kir. Ez di gelek karan de xebitîm. Hevjînê min bi rêkûpêk nayê dermankirin. Tenê dema ku rewşa wî xerab dibe wî dibin nexweşxaneyê. Tevî nexweşiya giran û temenê wî mezin e jî hevjînê min bernadin. Ew nikare di girtîgehê de bimîne. Divê demildest bê berdan. Banga me ew e ku gelê me û rêxistinên mafên mirovan xwedî lê derbikevin."