'Li cihekî ku muxatab bê bêdengkirin çareserî ne pêkan e' 2024-07-09 09:05:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedar Tûgba Hezer da xuyakirin ku bêyî çareseriya pirsgirêka kurd Tirkiye wê nikaribe bigihêje tu astê û got: "Cihekî ku muxatab bê bêdengkirin, mirov nikare behsa çareseriyê bike"    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de tên tecrîdkirin 40 meh in tu agahî nayê girtin. Serlêdanên li dozgeriyê û mudûriyeta girtîgehê jî nayên bersivandin û têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê di asta cîhanê de dewam dike. Di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" de gelek çalakî tên lidarxistin.   Siyasetmedar Tûgba Hezer tecrîda li Îmraliyê û kampanyaya li seranserê cîhanê tê lidarxistin nirxand.   Hezer bal kişand ku mirov nikare tecrîda li Îmraliyê bêyî komploya navneteweyî ya di sala 1999'an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat binirxîne û got ku armanca sereke "tasfiyekirin" e. Hezer hevdîtinên di navbera salên 2013-2015'an de bi bîr xist û got: "Di van hevdîtinan de dîsa tasfiye hat kirin. Tevî van hemûyan jî, Rêberê Gelê Kurd Ocalan israra xwe ya ji bo çareseriya bi rêya diyalog û muzakereyê û rêbazên demokratîk dewam kir."   Hezer diyar kir ku dewlet hê jî di xitimandinê de israr dike û got ku li Îmraliyê civaka li Tirkiyeyê û pêşeroja Rojhilata Navîn tê hepskirin. Hezer îşaret bi wê yekê kir ku ji ber israra di xitimandinê de û rewşa Îmraliyê pirsgirêka kurd çareser nebûye û got: "Tirkiyeya ku pirsgirêka kurd lê bêçare hatiye hiştin, tu carî pêşiya xwe nedîtiye û wê nebîne jî. Li cihekî ku muxatab bê bêdengkirin, mirov nikare behsa çareseriyê bike."    Hezer anî ziman ku ger pêvajoya bi Abdullah Ocalan re hat destpêkirin bigihêje armanca xwe dê gelek pirsgirêk bên çareserkirin.    Hezer da zanîn ku divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û ji bo çareseriya pirsgirêkan Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe.    Hezer bilêv kir ku tecrîd tenê ne meseleya kurdan e, çavkaniya pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye û got: "Heya ev neyê dîtin û li dijî vê têkoşîn çênebe guherîn wê ne pêkan be.