Levent: Zehmete ku navbera Enqere-Şamê baş bibe 2024-07-09 09:11:15   STENBOL - Rojnameger Hediye Levent ji bo têkiliyên navbera Enqere-Şamê got “zehmete navbera wan baş bibe” û ev tişt anî ziman: “Armanca esasî ya Tirkiyeyê ew e ku avadaniya kurdan ji holê rake. Şam jî bi tirsa ku dê rê li ber şerekî navxweyî yê nû veke, xwe nade ber vê yekê.”     Ji sala 2014’an piştî gefa DAIŞ’ê dest pê kirî, hêzên navneteweyî ji ber potansiyela bêîstîqrariya mayinde ya ji ber komên îslamîstên tundrew, plana Sûriyeya bêyî Esad taloq kirin. Lê belê dewleta tirk a ku kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re weke gef dibîne, bi rêya komên paramîlîter mudaxileya xwe ya li dijî Sûriyeyê domand. Dema ev komên paramîlîter kêm diman jî bi artêşa xwe kete xaka Sûriyeyê. Dewleta tirk li xaka ketiyê jî komên paramîlîter parast û koma îslamîstên tundrew a li Idlibê ku ji DAIŞ’ê veqetiya bû jî girt bin kontrola xwe. Di serdemeke ku hêzên navneteweyî polîtîkaya “Sûriyeya bêyî Esad” taloq kirin de Tirkiyeyê ji xwe re Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekane hedef nîşan da. Heta hêj hêzên navneteweyî polîtîkaya xwe neguherandibûn ku Tirkiyeyê bi êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bingeha polîtîkaya xwe ya îro amade kir.    Lêçûnên ji ber şerê li Sûriyeyê, gefa komên paramîlîter û pênaseya NY’ê ku Tirkiye li Sûriyeyê weke dagirker pênase kir, pirsgirêka penaberan û bidawînekirina statûya kurdan, Tirkiyeyê dixe nava hewldanên nû. Ev demekî dirêje îşareta vê polîtîkayê bi rêya rêxistinên îstîxbarî ve dihatin dayîn. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ji ewil peyama ku dê bi Beşar Esad re hevdîtinê bikin da û piştre got: “Dibe ku di kêliyê de em vexwînin.”    Rojnameger Hediye Levent ku têkiliyên Sûriye û Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne, sedemên vê guherînê ji bo ajansa me vegot.    'ZEHMETE KU NAVBERA TIRKIYE Û SÛRIYEYÊ BAŞ BIBE’    Hediye Levent anî ziman ku Tirkiye ev çendek sal in polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê diguherîne û got: “Asayîbûneke di vê mijarê de hinek zehmet e.” Levent, bal kişand ser sedemên vê zehmetiyê û wiha domand: “Sedema vê jî ew e ku TSK bi awayekî fiîlî li Sûriyeyê ye. Ya din jî piştgiriya bi komên çekdar re ye. Şam, ji Tirkiyeyê re bi eşkereyî dibêje; ‘Heke hûn bixwazin rewşekî asayî çêbibe, wê demê TSK’ê ji xaka me vekişînin. Her wiha piştgiriya xwe ya bi komên çekdar re qut bikin.’ ”    Levent, destnîşan kir ku Tirkiye jî li van şertên Sûriyeyê nayê û wiha got: “Enqere, avadaniya kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re weke gefekê dibîne. Lewma naxwaze ji Sûriyeyê derkeve. Hewl dide Şamê jî li dijî kurdan qaneh bike. Lê di halê hazir de hikûmeta Şamê erênî nêzî vê pêşniyarê nabe. Lewma jî di şert û mercên heyî de zehmete ku navbera Tirkiye û Sûriyeyê baş bibe.”    'BANDORA BIRAYÊN MISILMAN’   Bi domdarî Levent bi lêv kir ku ji bo têkilî asayî bibin divê Enqere tawîzan bide Şamê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedemên ku Erdogan neçarî hevdîtina bi Esad re dikin hene. Yek ji van jî di dema serhildana ereban de Tirkiyeyê bi piştgiriya Birayên Misilman xwest bandora xwe ya li herêmê zêde bike. Bêguman ji destpêka şerê wekaletê yê li Sûriyeyê re gelek welat bi Tirkiyeyê re tevgeriyan. DYA, Erebistana Siûdî û hwd. Lê ji ber ku serhildana ereban rê li ber koçberiyeke zêde, krîza aborî û avabûna rêxistinên weke DAIŞ’ê vekir, welatên tev li şerê Sûriyeyê bûn hêdî hêdî xwe vekişandin. Birayên Misilman jî ji taqetê ketin û vê jî kir ku Tirkiye polîtîkaya xwe biguherîne.”    'RÊYÊN BAZIRGANIYÊ YÊN NÛ BANDOR LÊ KIR’   Di berdewamê de Levent got ku rêyên bazirganiyê yên ji welatên Kendavê dest pê dikin û ser Sûriyeyê derbasî Ewropayê dibin bandor kir ku Tirkiye polîtîkaya xwe biguherîne. Levent, wiha pê de çû: “Ji bo vê jî di astekî kêm de jî be divê li Sûriyeyê îstîqrar hebe. Yek ji sedema din jî 4 milyon penaberên sûriyeyî ne. Alîgirên AKP’ê bibertek in. Lewma Enqere dixwaze bi Şamê re lihev bike û qismekî van penaberan bişîne.”    'LÊÇÛNÊN KOMÊN ÇEKDAR ZÊDE DIBIN’   Rojnameger Levent bi lêv kir ku komên tundrew ên li Idlibê ji bo Tirkiyeyê gefeke mezin in û wiha derbirî: “Tirkiye di mijara ewlehiyê de pirsgirêkan dijî. Ji bo van koman bûdçeyeke zêde tê veqetandin. Lewma ji bo aboriya Tirkiyeyê bar e. Lewma Tirkiye dixwaze daxilî projeyên herêmî yên Sûriyeyê jî digirin nav xwe bibe û ji hêla aborî û siyasî ve sûdê jê bigire. Ji bo vê jî divê têkiliyên xwe yên bi Şamê re baş bike.”     'DIXWAZIN SMO’YÊ ENTEGREYÎ RÊVEBERIYÊ BIKIN’    Levent, anî ziman ku komên çekdar ên Tirkiyeyê navê “Artêşa Netewî ya Sûriyeyê” lê kiriye di navbera Enqere-Şamê de pirsgirêkeke û wiha axivî: “Ev kom li dijî asayîbûna têkiliyên Enqere-Şamê ne. Enqere hewl dide van koman entegreyî rêveberiya Esad bike. Lê Esad van koman weke ‘terorîst’ dibîne û erênî nêz nabe. Ev rewş jî komên çekdar dixe nava tirs û fikaran. Lewma dema qala asayîbûnê tê kirin, ev kom êriş dikin, ala û wesayîtan dişewitînin.”    'HEDEFA ESASÎ YA TIRKIYEYÊ: KURD IN’    Rojnameger Levent, axaftina xwe wiha qedand: “Hedefa esasî ya Tirkiyeyê ew e ku avadaniya kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike. Hikûmeta Şamê naxwaze xwe zêde nêzî vê pêşniyarê bike. Ji ber ku di şerê domdirêj de artêşa Sûriyeyê pir westiyaye. Heke bi kurdan re bikeve şer, dê rewşa wê gelek nebaştir bibe. A rast naxwaze rê li ber şerekî navxweyî yê nû veke. Nêrîna Enqere û Şamê ya li dijî kurdan cuda ne. Tirkiye, avadaniya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girêdayî PKK’ê dike û Şam jî weke ‘ji bo Amerîka bikeve Sûriyeyê deriyê hatiye vekirin’ dibîne.”    MA / Esra Solîn Dal