Bîlmez: Li gorî DMME'yê muwekîlên me ji sala 2014'an ve di bin îşkenceyê de ne 2024-07-09 09:19:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku li gorî biryara DMME'yê muwekîlên wan ji sala 2014'an û vir ve li Îmraliyê di bin îşkenceyê de ne û wiha got: ““Bi rêya piştevaniyê em ê vê tecrîdê têk bibin.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tên ragirtin û 40 meh in tu agahî jê nayên girtin. Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez tecrîda li Îmraliyê, asta wê, astengkirina hevdîtina bi parêzer û malbatan re ji Ajansa Nûçeya a Firatê (ANF) re nirxand.   'NETEWEYÊN YEKBÛYÎ WÊ TIRKIYEYÊ MEHKÛM BIKE'   Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku demeke dirêj wan bi rêya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û organên Konseya Ewropayê (KE) mekanîzmayên hiqûqê yên navneteweyî bi kar anîn û got: “Min qala nêzîkatiya DMME'yê kir. 12 sal in bersiv ji serlêdana me ya têkildarî tecrîdê re nehatiye dayin.   Me berê serî li komîserî û organên Neteweyên Yekbûyî (NY) ên têkildarî mijarê didan. Ji bo tecrîdê ji holê rakin di 29'ê tîrmeha 2022'yan de serî li Komîteya Mafên Mirovan a NY'yê dan. Ev komîte mîna DMME'yê bi erka dadgeheke navneteweyî radibe.   Serlêdanên şexsî werdigire û bi navê wan dewletan darizandinê dike. Ji DMME'yê cudatir li seranserê cîhanê erkdar e. Me di vê çarçoveyê de bi daxwaznameya xwe ya têkildarî rewşê serî li vê derê dan. Komîteya Mafên Mirovan a NY'yê 6'ê îlona 2022'yan daxwaza me qebûl kir û ji hikumeta Tirkiyeyê daxwaza tedbîrê kir.   Komîteyê ragihand ku şert û mercên tecrîdê ne yên qebûlkirinê ye û ji Tirkiyeyê xwest, ku rê bide Abdullah Ocalan û sê mehkûmên din ên li Îmraliyê ku karibin bê astengî parêzerên xwe bibînin.   Tirkiyeyê tevî vê biryara komîteyê jî tiştek nekir û daxwaz bi cih neanî. Me ev rewş ji Komîteya Mafên Mirovan a NY'yê re careke din ragihand. Li ser vê yekê komîteyê çileya 2023'yan careke din biryara tedbîrê wergirt. Lê belê Tirkiyeyê ev daxwaz bi cih neanî.   Niha jî li Komîteya Mafên Mirovan a NY'ê ev doza me dewam dike. Em di wê baweriyê de ne ku Komîteya Mafên Mirovan a NY'yê wê Tirkiyeyê mehkûm bike. Ji ber ku ev tecrîd ne li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME), peymanên NY'yê û di heman demê de ne li gorî destûra bingehîn a Tirkiyeyê ye.   Her wiha di 17'ê gulana 2024'an de me serî li Raportorê Taybet ê li ser Serxwebûna Parêzeran, Dadgeran û Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî dan. Me serî li Raportorê Êşkenceyê dan, ji ber ku şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê îşkence ne. Ev rewş bi gotineke din nikare bê pênasekirin, ji ber ku ev şert û merc bi rengekî şênber îşkence ye.   LI GORÎ DMME'YÊ MUWEKÎLÊN ME JI SALA 2014'AN Û VIR VE DI BIN ÊŞKENCEYÊ DE NE   Di sala 2014'an de têkildarî cezayê muebbetê yê girankirî me serî li DMME'yê dan. Têkildarî vê serlêdanê DMME'yê biryar da ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî tê wateya binpêkirina xala 3'yemîn a Peymana Mafên Mirovan. Yanî biryar da ku li Îmraliyê qedexeya îşkenceyê hatiye binpêkirin. Ji ber vê jî diyar kir ku şêweyê bicihanîna cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî îşkence ye. Li gorî vê biryara DMME'yê muwekîlên me ji sala 2014'an dema ragihandina vê biryarê û vir ve ji aliyê hiqûqî ve di bin îşkenceyê de ne.”   'BÊDENGÎ PÊWENDIYA XWE BI NÊZÎKATIYA LI MESELEYA KURD RE HEYE'   Îbrahîm Bîlmez işaret bi bêdengiya saziyên erkdar ên têkildarî tecrîdê kir û wiha domand: “Bêdengiya dewletan û saziyên fermî yên di ser dewletan re ne, bi temamî pêwendiya xwe bi meseleya kurd re heye. Rewşeke wiha ye ku bi nêzîkatiya li ser çareserî yan jî neçareseriya meseleya kurd re têkildar e. Dawiya dawî şert û mercên tecrîdkirina birêz Ocalan û çareseriya meseleya kurd ji hev cuda nîne. Rewşa birêz Ocalan tê zanîn. Abdullah Ocalan hem ji aliyê gelê kurd ve weke lîderekî tê dîtin hem jî di çareseriya meseleya kurd de aktorekî girîng e.”   Îbrahîm Bîlmez hevdîtinên Osloyê yên navbera rayedarên dewletê û PKK'ê bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pişt re di sala 2012’yan de bi navê 'pêvajoya çareseriyê' pêvajoyekê dest pê kir. Birêz Ocalan yekser muxatab hate dîtin. Lewma divê bi rengekî aşkere bê gotin, Birêz Ocalan hem ji bo dewleta Tirkiyeyê hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê şensekî mezin e. Di mijara çareseriya meseleya kurd de xwedî nêzîkatiyeke ji dil e û îradeya xwe heye. Dema ku em diçûn Îmraliyê me ev rewş dît.   Birêz Ocalan her tim di nava hewldaneke çareseriyê de bû. Me dît ku hêza wî ya pêkanîna vê yekê heye. Hemû meseleyên li cîhanê yên dişibin vê meseleyê lêkolîn kir. Pêşniyarên herî maqûl ên çareseriyê afirand. Lihevkirina Dolmabahçeyê bi vî rengî pêk hat. Bi rastî jî ji bo çareseriya vê meseleyê xwedî samîmiyet û hêzeke mezin e.”   'TIRKIYE NIKARE KAMPANYA AZADIYÊ JI NEDÎTÎ VE BÊ'   Bîlmez, ê li ser kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk’ di 10'ê Cotmehê de di asta navneteweyî de hate destpêkirin ev tişt gotin: “Bi dîtina min ev kampanya gelekî girîng e. Şensê Tirkiyeyê nîne ku vê kampanyayê ji nedîtî ve bê. Eger Tirkiye ji nedîtî ve bê jî rastî bi vî rengî nîne. Ev kampanya zerarê dide îmaja Tirkiyeyê.   Perspektîfên Birêz Ocalan ên li ser çareseriya li Rojhilata Navîn hem li Ewropayê hem jî li cîhanê têne nîqaşkirin. Li ser vê mijarê konferans têne lidarxistin. Bi saya vê kampanyayê şert û mercên tecrîdê hîn bêhtir hatin dîtin û fêhmkirin. Rêxistin û dewletên navneteweyî çiqasî xwe li bêdengiyê deynin jî raya giştî ya demokratîk a li van welatan êdî dengê xwe bilind dike. Lewma Tirkiye jî wê bikeve bin bandora vê yekê. Bi dîtina min eger ev kampanya bi vî rengî bi xurtî dewam bike wê di demeke nêz de encamên erênî bêne wergirtin.”   Îbrahîm Bîlmez herî dawî bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi rêya piştevaniyê em ê vê tecrîdê têk bibin.”