Ji bo 8 bajaran hişyariya bi qoda zer 2024-07-09 09:24:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê di rapora xwe ya rewşa hewayê ku rojane diweşîne de ji bo 8 bajaran hişyariya bi qoda zer kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora rewşa hewayê ya 9’ê tîrmehê weşand. Li gorî raporê dibe ku li hin herêman baraneke zêde bibare û ji bo 8 bajaran hişyariya bi qoda zer hate kirin.    Tê payîn ku li piraniya bajarên Kurdistanê hem baraneke zêde dê bibare û hem jî dê toz rabe.    HIŞYARIYA BI QODA ZER   Ji aliyê meteorolojiye ve ji bo bajarên Çewlig, Erzîngan, Erzirom, Gumuşhane, Qers, Mûş û Baybûrtê hişyariya bi qoda zer hate kirin.    HIŞYARIYA BI QODA ZER ÇIYE?    Dibe ku rewşa hewayê xeternak be. Her çiqas bûyera meteorolojiyê ya tê texmînkirin ne awarte be jî, divê derbarê çalakiyên ku di bin bandora şert û mercên meteorolojiyê de ne, hişyarî bê dayîn.