Leşkeran avêt ser gundê Marînê: Îşkence li welatiyan hat kirin 2024-07-09 09:25:27 MÊRDÎN - Leşkeran avêt ser gundê Marînê yê Nisêbînê. Di serdegirtinê de yek jê zarok 3 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku leşkeran dema S. Aslan kiriye binçavan lê dane.    Vê sibehê leşkeran avêt ser gundê Marînê ya bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve. Gund li quntarê Çiyayê Bagokê ye. Leşkeran avêt ser mala Abdulkerîm Aslan û Ridvan Aslan ên birayên hev. Hat zanîn ku der barê wan de biryara girtinê hebûye. Di serdegirtina malan de S. Aslan ê lawê Ridvan Aslan û hevjîna Abdulkerîm Aslan, Gulperî Aslan û mêvana wan Nêrgiz Okan hatin binçavkirin. Hat zanîn ku leşkeran dema binçavkirinê li S. Aslan dane û wî êşandine.    ‘DÎN Û ÎMANA VAN TUNE YE’    Hat diyarkirin ku leşkeran berê sîlehên xwe dane ser gundiyan û heqaret li wan kirine. Hefsed Aslan behsa kêliya binçavkirinê kir û wiha got: “Me çi ji wan kiriye? Zarokên me kuştin. Berê sîlehên xwe dan ser me. Heqaretên giran li me kirin. Mala me serûbinê hev kirin. Îşkence li zarokên me kirin. Ev bêdîn û bêîman in.”    Ji gundiyan Zekiye Aslan jî nerazîbûn nîşanî serdegirtinê da û got: “Van para xwe ji mirovahiyê negirtiye. Li zarokên 15 salî dixin û kirin ku xwîn di devê wî de biavêje. Îşkence kirin. Gelo ev mirovatî ye? Me xwe avêt ser zarokên xwe lê li me jî dan. Sixêfa li me kirin. Ev ne karê dewletê ye. Xwedê heqê me ji wan re nehêle. Çi ji me dixwazin?”   Hat zanîn ku Nêrgiz Okan ku li gund hat binçavkirin hê nû ji girtîgehê derketiye.