Rojnamevan Rojava: Li Îranê tu bandora hilbijartinan tune ye 2024-07-09 09:54:03   WAN - Rojnamevan Azad Rojava diyar kir ku serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan dê li Îranê nebe xwedî bandor û got: "Rayedarên hatine hilbijartin bi temamî di bin bandora Xameneyî de ne."   Piştî mirina Serokkomar Îbrahîm Reîsî ku di 19'ê Gulanê de li Îranê di ketina helîkopterê de mir,  gel di 28'ê Hezîranê de ji bo hilbijartina serokkomarê nû çû ser sindoqan. Ji ber ku namzed ji sedî 50 derbas nekirin, hilbijartin ma tûra duyemîn. Namzedê reformxwaz Mesûd Pezeşkiyan di 5'ê Tîrmehê de bi rêjeya ji sedî 53.7'ê dengan bû 9'emîn Serokkomarê Îranê. Tê meraqkirin ku Pezeşkiyan ê di pêvajoya rageşiya bi Îsraîlê, krîza aborî û berxwedana "jin, jiyan, azadî"yê de hat hilbijartin, wê polîtşkayeke çawa bişopîne.    Rojnameger Azad Rojava ku geşedanên li welêt ji nêz ve dişopîne, encamên hilbijartinê nirxandin.    ‘HILBIJARTIN JÎ REFORM JÎ DEREW E'   Rojava diyar kir ku hilbijartin di pêvajoyeke hestiyar de çêbûye û got ku krîza siyasî, aborî û civakî ya li welêt roj bi roj mezin dibe û vê yekê bandor li hilbijartinan jî kiriye. Rojava got: “Beriya her hilbijartinê hêviya çareseriyê heye. Lê êdî gel pê dizane ku hemû desthilatdarî di destê Alî Xameneyî de ye. Ger hûn li Îranê ji kesekî bipirsin dê vê bersivê bide. Yanî serokkomarê ku di hilbijartinê de bi ser dikeve, rayeya wî ya siyasetê û avakirina wî ya siyasetê nîne. Tenê li gor demê, carinan dixwazin reformxwazekî yan jî kesekî wekî Hesen Rûhanî bînin û xelkê bibin ser sindoqan û peyamekê bidin derve. Bi vê armancê dixwazin peyama ku gel her çi dibe bila bibe piştgiriya rejîmê dike bidin. Ji ber vê sedemê jî hilbijartin û reform derew in."   'KARBIDESTIYA SEROKKOMAR TUNE YE'   Rojava da xuyakirin ku yek ji pirsgirêkên sereke yên Îranê pirsgirêka jinê ye û got: “Di warê jinan, aborî û nukleerê de ji sedî yekê karbidestiyê jî ne di destê serokkomar de ye. Planeke serokkomar hebe jî heta ku rejîm nexwaze nikare tiştekî bike. Ger rejîm destûrê bide, dikare tiştekî bike. Wekî din bi tena serê xwe nikare tiştekî bike, ne xwediyê karbidestiyeke wisa ye."    Rojava bi bîr xist ku bi milyonan hilbijêr sindoqên dengdanê boykot kirine û got ku daneyên rejîmê yên têkildarî beşdarbûna hilbijartinan ji raya giştî re eşkere kirine ne rast in.    Rojava anî ziman ku ku ji bo gelê kurd û belûç wê tu guhertin çênabin û got ku li bajarên ku kurd lê dijîn jî ji bo kesên li Îranê dijîn jî tu guhertin çênabin. Rojava got: “Kurd her tim li vê erdnîgariyê rastî komkujî, binçavkirin û îşkenceyê hatine. Zextên siyasî, çandî û zimanî berdewam dikin. Tê gotin ku Mesud Pezeşkiyan û Tirkiye, wê li Urmiyeyê polîtîkaya 'pank-tirkîzmê' pêk bînin. Em ê di dema pêş de vê yekê bibînin."   Rojava bi bîr xist ku di pêvajoya hilbijartinê de yek ji propagandeyên girîng ên Pezeşkiyan jî nukleer bûye û got ku di vê demê de giranî li ser tevgerkirina bi dînamîkên bajaran bûye û wiha pêde çû: “Wekî ku tê zanîn di serdema yekemîn a Rûhanî de Peymana Nukleerî ya Bercamê hat îmzekirin. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump piştî ku hat hilbijartin dest ji vê peymanê berda. Rûhanî salek beriya bidawîhatina peymanê xwest cardin peyamnê çêbike ûket nava lêgerînê, lê hikûmeta Îranê rê neda vê yekê. Dibe ku niyeta Pezeşkiyan jî di vî warî de hebe û têkeve nava lêgerîneke wiha. Lê wekî min got, heta ku rejîm destûr nede Pezeşkiyan nikare gavekê jî bavêje. Her wiha hêzeke leşkerî ya bi navê Pasdarên Şoreşa Îranê heye. Dema dibîne ku siyaset pêş dikeve mudaxele dike. Rêberê Îslamî yê Îranê Alî Xameneyî beriya hilbijartinê daxuyaniyek da û got, 'Kî were hilbijartin, divê armanca sereke pêşdebirina nexşeya rê ya Komara Îslamî ya Stratejîk a Îranê be.' Kesên hilbijartî bi temamî di bin bandora Xameneyî de ne. Ji ber vê, ger guhertin tê xwestin, divê serhildan çêbibe.”   MA / Mehmet Guleş