Li gundê Bilexşê ji ber bombebarana helîkopterê şewat derket 2024-07-09 10:31:54 ÊLIH - Li gundê Bilexşê ji ber bombebarana helîkopterê şewat derket. Kêliyên bombebaranê û derketina şewatê hatin kişandin.    Şewatên di demsala havînê de li Kurdistan û Tirkiyeyê derdikevin rê li ber texrîbatên mezin vedikin. Di şewatan de zirareke mezin digihije bax û baxçeyên welatiyan, berhemên çandiniyê, daristan û xwezayê.    Di 18’ê hezîranê de li herêma Çiyayê Mawayê yê navçeya Heskîf a Êlihê operasyona leşkerî hate destpêkirin û ev operasyon di 22’yê hezîranê de ber bi çoltarê navçeya Kercewsê ve hate berfirekirin. Wêneyên kêliyên şewata di dema operasyonê de derketin gihiştin ber destê me. Di wêneyan de tê dîtin ku şewata li herêmê piştî bombebarana helîkopterê derdikeve. Di 22’yê hezîranê de li gundê Bilexşê helîkopter bombebaranê dike û şewat derdikeve. Şewat, rê li ber texrîbateke mezin vedike. Leşker destûrê nadin welatî mudaxileyî şewatê bikin û şewat digihije nava gund. Şewat, di 23’yê hezîranê de piştî barana li herêmê bariyayî vemirî bû.