Li Stenbolê herî kêm 19 kes hatin binçavkirin 2024-07-09 11:09:10   STENBOL - Di saetên serê sibê de bi ser malan de hate girtin û herî kêm 19 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke navenda Stenbol hatiye destpêkirin de li Stenbol û Sakaryayê bi ser malan de hate girtin. Hate diyarkirin ku di encama serdegirtinan de li Sakaryayê bi ser malekê de li Stenbolê jî bi ser 14 malan de hatiye girtin û heta niha 12 kes hatine binçavkirin. Di daxuyaniya ji midûriyeta polîsan hatiye kirin de, hate diyarkirin ku serdegirtin li dijî DHKP/C’yê ne. Midûriyeta polîsan di daxuyaniyeke din de jî diyar kir ku di operasyoneke bi îdiaya “Ciwanên PKK’ê ne” hatiye kirin de 7 kes hatine binçavkirin.    Li aliyê din di saetên serê sibê de di serdegirtinên malan ên li navçeyên Bagcilar û Esenlerê de Erhan Îvrendî, Salîha Gur û Ayşegul Sakalli hatin binçavkirin. Nehate zanîn ku kesên hatine binçavkirin di çarçoveya heman operasyonê de hatine binçavkirin an na.