Ciwanê hewl da zarokê li ber avê ketî xelas bike jiyana xwe ji dest da 2024-07-09 11:55:43   ŞIRNEX - Ciwanê bi navê Îsa Atabay ku duh li Cizîrê ji bo xelaskirina zarokê ketibû Çemê Dîcleyê xwe avêtibû çem, li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.    Duh ber bi nîvro ve li navçeya Cizîrê ya Şirnexê zarokê bi navê F.U. (12) kete Çemê Dîcleyê. Ciwanê bi navê Îsa Atabay ê 17 salî jî hewl da zarokî xelas bike û li pey çû. Her du zarok jî li ber avê ketin û welatiyên li derdorê her du xelas kirin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Zarok F.U. piştî tedawiyê rewşa wî baş bû lê rewşa Atabay giran bû û sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hate kirin. Atabay, îro di danê sibehê de jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Atabay li Goristana Asri ya Cizîrê hate definkirin.