Baroya Amedê giliyê îdiayên ‘kobayê’ kir 2024-07-09 12:24:24 AMED - Baroya Amedê bi daxwaza îdiayên ku gelê Amedê weke “kobay” hatiye bikaranîn bên lêkolînkirin gilî kir.    Hate îdia kirin ku di sala 2020’an di dema vîrûsa koronayê de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê li ser hinek nexweşan “Rêbaza Tedawiya Tîroşkê ya Tirk (TurkishBeam)” hatiye ceribandin û ji ber vê rêbazê hinek nexweşan jiyana xwe ji dest dane û xelkê Amedê weke “Kobay” hatiye bikaranîn. Baroya Amedê têkildarî îdiayan serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û gilî kir.    Baroya Amedê li ser hesaba xwe ya X’yê daxuyaniyek da û wiha got: “Hate îdia kirin ku di sala 2020’an di dema vîrûsa koronayê de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê li ser hinek nexweşan rêbazên tedawiyê yên bi awayekî zanîstî nehatiye qebûlkirin hatine ceribandin û bi vê rêbazê mirovan jiyana xwe ji dest dane. Li ser van îdia û naverokên nûçeyan ji bo ku mijar bê lêkolînkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatiye dayîn û hatiye gilîkirin. Em ê weke Baroya Amedê îdiayan û pêvajoya hiqûqî bişopînin.”