Şaredariya Xelfetiyê giliyê qeyûm Şeref Albayrak kir 2024-07-09 13:01:42   RIHA - Şaredariya Xelfetiyê der barê Şeref Albayrak ê ku heyamekê qeyûmtî û heyamek jî şaredariya AKP’ê kir de ji sûcên, “fesada tev li îhaleyê kiriye” û “wezîfeya xwe xerab kiriye” gilî kir.    Şaredariya Navçeya Xelfetiyê ya Rihayê ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de ye, der barê Şeref Albayrak de 3 giliyan kir. Şeref Albayrak di navbera salên 2016-2019’an de li Xelfetiyê qeyûmê şaredariyê bû û di navbera salên 2019-2024’an de jî serokatiya şaredariya Xelfetiyê yê AKP’ê bû. Şaredariya Xelfetiyê ya DEM Partiyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Xelfetiyê da û xwest serdozgerî ji sûcên, “fesad tev li îhaleyê kiriye”, “wezîfeya xwe xerab kiriye”, “pêşî lê girtiye ku raya giştî tiştan hîn bibe” û “sextekariya di belgeyên fermî de” der barê Albayrak de lêpirsînê bide destpêkirin.    Di daxwaznameya serlêdana şaredariyê de gelek kirin û nelirêtiyên Şeref Albayrak hatine gotin û îhaleyan daye xizmên xwe.    Rayedarên şaredariyê ji ajansa me re ragihandin ku wan di gelek îhaleyên din de jî bêqaîdebûnan tesbît kirine û daxwaznameya ku amade bikin dê teslîmî dozgeriyê bikin.