Jinan ji bo Abdullah Ocalan 20 hezar name ji CPT’yê re şandin 2024-07-09 13:42:46   STENBOL - TJK-E’yê da zanîn ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan zêdetirî 20 hezar name ji CPT’yê re şandine.   Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi daxuyaniyekê diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de, di 19’ê nîsanê de kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re dabûn destpêkirin û kampanya hatiye temamkirin.    ‘SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ DURÛTIYÊ DIKIN’   Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 41 meh in tu agahî nayên girtin û bêhiqûqtiyeke mînaka wê li cîhanê tune ye li Îmraliyê di meriyetê de ye. Bi domdarî hat gotin ku dewletên navneteweyî li hemberî polîtîkayên qirkirin, şer, koçberî, girtin, tundiya li ser jinê, tecawiz û hwd. ên dewleta tirk bêdeng dimînin û durûtiyê dikin. TJK-E’yê diyar kir ku ev sazî bi bêdengiya xwe piştgiriyê didin polîtîkayên qirkirinê yên Erdogan.    ‘DIVÊ CPT RAPORÊN XWE PARVE BIKE’   Bi domdarî TJK-E’yê wiha got: “Polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî gelê kurd û tecrîda mutleq, di bin berpirsyariya hêzên navneteweyî de ye. CPT jî weke dewama van polîtîkayên qirkirinê, ji dervey wezîfeyên xwe disekine. CPT divê ji bo tunekirina tecrîda mutlaq a li Îmraliyê, pêkanînên pêwîst bike û raporên şandeya çavdêr a têkildarî vê yekê ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bike. Ev saziya ku di bin berpirsyariya konseya Ewropayê de ye, divê wezîfe û mîsyona xwe bi cih bîne û destûrê nede polîtîkayên Tirkiyeyê.”   ZÊDETIRÎ 20 HEZAR NAME HATIN ŞANDIN   Daxuyaniya TJK-E’yê wiha domiya: “Me di 19’ê nîsanê di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê’ da destpêkirin. Ji gelek welatan me bi tevlibûna bi hezaran jinan ev kampanya bi rêve bir û temam kir. Me 3 mehan kampanyaya şandina nameyan domand û di vê çarçoveyê de zêdeyî 20 hezar jinan bi nameyên ku şandine wezîfeyên CPT’ê bi bîr xistin û bang lê kirin ku wezîfeya xwe bi cih bîne. Divê demildest tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe û têkildarî rewş û tenduristiya wî rapor bê eşkerekirin. Em car din bang li CPT dikin ku wezîfeya xwe bi cih bîne. Yan wê li hemberî dîrokê hesab bide.”   TJK-E’yê herî dawî jî da zanîn ku heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê rakirin dê çalakiyên wan bidomin û dê li ser pêya bin.