Bendav teqiya û gund di bin avê de man 2024-07-09 13:43:25   ERZIROM - Li gundên Hecîcerogo, Merxok, Şem, Qilêçî yên navçeya Tatosa Erziromê piştî barana zêde bendava Hecîcergo teqîya û lehî li gundan rabû. Di encamê de gelek mal xera bûn û hewyan bi avê re çûn.       Li Gundên Hecicergo, Merxok, Şem, Qilêçî û Melemihemed yên bi ser navçeya Tatosa (Tekman) Erziromê ve lehî rabû. Li gorî nûçeya rojnameya Xwebûnê; piştî barana zêde bendava nêzî gundê Hecîcergo teqîya û zerarek mezin da gundiyan. Ava bendavê bû lehî û bi ser gundên derdorê de herikî. Lehiya bendavê zerarek mezin da malên gundan. Di encamê de nêzî 4-5 xanî ji ber lehiyê xera bûn û nêzî sed sewal ber bi ava lehiyê çûn û winda bûn. Bi sedan sewal jî ji serma qefilîn. Di encama lehiyê de xesaret mezin gihîşt welatiyên gundê Merxokê û Hecicergoyê.    Harûn Deger ê ji gundê Hecîcergo têkildarî mijarê anî ziman ku piştî barana zêde bendava nêzî gundê Hecîcergo teqîya ye û piştî teqîna bendavê lehî li gundewarên derdorê rabûye. Deger anî ziman ku gundiyan bi derfetên xwe, mal û canê xwe ji lehiyê rizgar kirin û tu rayedar bi alîkarî û hawara wan ve neçûn e.