Sê binçavkiriyên li Nisêbînê hatin berdan 2024-07-09 13:59:38   MÊRDÎN - Vê sibehê li gundê Marînê ya Nisêbînê yek jê zarok 3 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Vê sibehê leşkeran avêtibû ser gundê Marînê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê û bi ser malan de girtibû. Leşkeran di serdegirtina malan de S.A. (15), Gulperî A. û Nergiz O. kiribûn binçavan. Binçavkiriyan birin qereqola gundê Girêmîra û li vir piştî wergirtina îfadeyan hatin berdan.    Leşkeran di serdegirtina malan de li welatiyan dabûn. Hat zanîn ku welatiyên bi muameleya xerab re rû bi rû mane dê giliyê leşkeran bikin.