Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê bi jehrê ketin 2024-07-09 14:36:37   ENQERE - Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê ragihand ku hefteya borî gelek kes ji ber xwarinê bi jehrê ketine.    Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê tên ragirtin, ragihandin ku hefteya borî ji ber xwarinê bi jehrê ketine. Girtî Bager Sayak ê tiştên qewimîn bi rêya telefonê ji biraziyê xwe Ahmet Sayak re gotin, diyar kir ku piştî taştê gelek girtî bi jehrê ketine û ew rakirine beşa lezgîn. Sayak, bi lêv kir ku heman rewş li girtîgehên din ên di nava kampusê de jî pêk hatiye.    LI GIRTÎGEHA VEKIRÎ HERÎ KÊM 850 GIRTÎ BI JEHRÊ KETIN   Malbatên girtiyên ku li Girtîgeha Vekirî ya Sîncanê tên ragirtin jî ragihandin ku herî kêm 850 girtî bi jehrê ketine.    Di rojên derbas bûyî de li girtîgehên Sîlîvrî, Kirklarelî, Amed û Pinarhîsarê jî bi heman awayî girtî bi jehrê ketibûn.