ESP’ê der barê Dogukan Çep ê nijadperest de gilî kir 2024-07-09 15:57:33   NAVENDA NÛÇEYAN - ESP’ê der barê Dogukan Çep ê ku di doza kuştina Sînan Ateş de gotibû, “min li ser navê dewletê li endamên ESP’ê xist” gilî kir.    Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) der barê ji bersûcên doza Sînan Ateş, Dogukan Çep de yê ku li xwe mikûr hatibû ku di sala 2013’an de li 10 endamên ESP’ê xistiye, gilî kir. Çep ji sûcdariya ku kuştina Sînan Ateş daye kirin, tê darizandin. Ev bersûcê nijadperest di dozê de axivîbû û li xwe mikûr hatibû ku wî li ser navê “dewletê li endamên ESP’ê xistiye.” Piştî vê mikûrhatinê parêzerên ESP’ê serî li dozgeriyê dane û der barê Dogukan Çep de gilî kirin.    ESP’ê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand ku der barê Dogukan Çep de gilî kirine û dixwazin demildest der barê wî de lêpirsîn bê destpêkirin.