Ji DMME’yê biryara Komkujiya Garê: Tirkiye berpirsiyarên xwe aniye cih! 2024-07-09 16:56:33 ENQERE - DMME’yê der barê serlêdana Doza Komkujiya Gara Enqereyê de Tirkiyeyê parast û îdia kir ku Tirkiyeyê berpirsiyariyên xwe yên navneteweyî bi cih aniye û daxwaza tezmînatê red kir.  Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), der barê serlêdana têkildarî Komkujiya Garê ya Enqereyê ya ku DAIŞ’ê pêk anîbû û 103 kesan jiyana xwe ji dest dabû ku Tirkiyeyê berpirsiyarên xwe yên navneteweyî bicih neaniye û binpêkirina mafê jiyanê, biryar da. DMME’yê tevî ewqas xemsarî û tevdîrnegirtina dewletê jî di warê binpêkirina mafê jiyanê û parastina mafê jiyanê Tirkiyeyê berpirsiyar nedît.    Parêzvanê mafê mirovan Selçûk Coşkûn serlêdan kiribû. DMME’yê jî serlêdan nirxand û îdia kir ku Tirkiyeyê di kêliya êrişê de tevdîrên pêwîst girtiye û berpirsiyarên xwe yên navneteweyî bicih aniye û daxwaza tezmînatê red kir.    DMME’yê li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyand ku Tirkiye û meqamên tirk di êrişa xwekuj a 10’ê Cotmeha 2015'an a Enqereyê de berpirsiyarên xwe binpê nekirine.    SÛCÊ DIJÎ MIROVAHÎ HATIBÛ BERAETKIRIN   Danişîna biryarê doza komkujiyê di 1’ê tîrmehê de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hatibû lidarxistin û şandeya dadgehê der barê bersûc Erman Ekîcî de ji “sûcê dijî mirovahiyê” biryara beraetê da û ji sûcê, “hewldana pergala destûra bingehîn ji holê rake” cezayê muebeda girankirî lê birîbû.