Doza êrişê ya zayendî: Li cerdevan 6 sal û 8 meh ceza hate birîn 2024-07-09 17:03:13 WAN - Li cerdevan Bişar Atli yê li Wanê ji ber êrişa zayendî ya li jinekê tê darizandin “Ji ber êrişa zayendî ya hesan” 4 sal û 6 meh ji sûcê “ji azadiyê bêpar hiştin” 2 sal û 2 meh cezayê hefsê hate dayîn û daxwaza girtina wî nehate qebûlkirin.    Cerdevanê bi navê Bişar Atli li gundekî Elbak a Wanê di 15’ê tebaxa 2023’yan de jina bi navê M.Ş. revand û êrişa zayendî lê kir. Danişîna 6’emîn a doza Atli ku ji sûcê “Êrişa zayendî” tê darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hate lidarxistin. Cerdevan Atli yê di danişîna beriya niha de hatibû berdan tev li danişînê nebû û parêzerê wî amade bû. Rêveberên jin ên TUHAY-DER’a Wanê û MEBYA-DER’ê, Meclisên Jinan ên DBP’ê û DEM Partiyê yên Wanê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Komeleya Jinan a STAR’ê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Komîsyona Mafên Jinan a ÎHD’ê, endam û rêveberên OHD’ê û gelek jin beşdarî danişînê bûn.    Cerdevan Atli yê danişîna beriya niha derbarê wî de biryara berdanê hate dayîn tev li danişînê nebû lê parêzerê wî amade bû. Di danişîna ku bi tespîta nasnameyê dest pê kir de dozger daxwaza ku ji ber sûcê “êrişa zayendî ya hesan” bê cezakirin dubare kir.    ‘DIVÊ JI SÛCÊ ÊRIŞA ZAYENDÎ YA BIWESF BÊ CEZAKIRIN’    Parêzerê M.Ş.’yê Hadî Cîn ê li dijî mutalaya dozger parastin kir ji Edliyeya Antalyayê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Cîn bi bîr xist ku tevî hemû delîl şênber in jî derbarê bersûcî de di danişîna 3’yemîn de biryara berdanê hate dayîn û anî ziman ku ji ber bersûc cerdevan e hewl tê dayîn ji sînorê jêr ceza lê bê birîn. Cîn, anî ziman ku ji ber delîl di holê de ne dixwazin bersûc ne ji “êrişa zayendî ya hesan” ji “êrişa zayendî ya biwesf” bê cezakirin.    DAXWAZA GIRTINÊ    Parêzer Jiyan Ozkaplan jî bal kişand ku faîl di heman demê de tundî li M.Ş.’yê kiriye û qala polîtîkayên necezakirinê kir. Ozkaplan, xwest ku îfadeyên M.Ş. li ber çavan bê girtin û bersûc ji sûcên “êrişa zayendî ya biwesf” û “tundiyê” bê cezakirin. Ozkaplanê her wiha xwest ku derbarê bersûc de biryara girtinê bê dayîn.    PARÊZERÊ BERSÛC DAXWAZA BERAETÊ KIR    Parêzerê bersûc Şahîn Oskay jî îdia kir ku muwekîlê wî bêsûc e û bal kişand ku çawişên pispor Semîh Bozkûrt û Oktay Karaaslan nehatine guhdarkirin û got: “Heta ku ev şahid neyên guhdarkirin rastiya şênber dernakeve holê. Ji ber vê yekê daxwaza beraeta muwekîlê xwe dikim.”   6 SAL Û 8 MEH CEZA    Dadgeha piştî parastinan navber da ji ber sûcê “êrişa zayendî ya hesan” 4 sal û 6 meh ji sûcê “ji azadiyê bêpar hiştin” 2 sal û 2 meh cezayê hefsê lê birî. Dadgeha ku daxwaza girtinê ya parêzer qebûl nekir, biryar da ku şertê kontrola edlî bidome.