Nobeda li dijî qeyûm: Wê têkoşîn bidome 2024-07-09 22:37:18   STENBOL – Di nobeda qeyûm a li Şîhaneyê de, wiha hat gotin: "Qeyûm, xespkirina têkoşîna jiyana mirovî ye."    Çalakiya nobedê ya ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê ve li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hatibû destpêkirin, di roja 30'yemîn de berdewam dike. Gelek welatî tevlî çalakiyê bûn û tîşortên li ser "Qeyûm here" nivîsandî li xwe kirin.    Di çalakiyê de ewilî Serokê Komeleya Wan Şaxê Sabahattin Yavûz axivî. Yavûz destnîşan kir ku ew ê xespkirina li hemberî hilbijartiyan qebûl nekin û got: "Divê her kes li dijî vê ferasetê û qeyûman rabe."    Paşê Serokê Federasyona Komeleyên Agiriyê Şeraffetîn Öztürk axivî. Öztürk bilêv kir ku ew qekî federasyon li cem bindestan e û got ku ew neheqiyan qebûl nakin û ew ê li dijî neheqiyan bitêkoşin.    Herî dawî Endama Sendikaya Karerên Tekstîlê yên Şoreşger (Dev-Tekstîl) Gülnur Înce axivî. Înceyê jî bilêv kir ku ew ê bibin dengê gelê kurd û karker û kedkaran û got ku ew ê li her derê bitêkoşin.   Nobed, bi berzkirina dirûşmeyan û biçepikan bi dawî bû.