Waliyên hin bajaran guherîn: Qeyûmê berê tayînî Walîtiya Amedê hat kirin 2024-07-10 08:05:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser fermana Serokkomarê AKP'yî Erdogan walî tayînî 5 bajaran hatin kirin.    Tayînkirina hin waliyan ji aliyê Serokkomarê AKP'ê Tayyîm Erdogan ve di rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gorî vê biryarê Sermufetîşê Walî-Mulkiyeyê Mûrat Zorlûoglû tayînî Walîtiya Amedê hat kirin. Seddar Yavûz tayînî Walîtiya Meletiyê, Îlhamî Aktaş tayînî Walîtiya Kocaeliyê, Omer Toraman tayînî Walîtiya Çanakkaleyê û Nûman Hatîpoglû tayînî Walîtiya Xarpêtê hatin kirin.    Waliyê Meletiyê Ersîn Yazici jî tayînî Sermufetîşiya Walî-Mulikyeyê hat kirin.    QEYÛMÊ BERÊ TAYÎNÎ AMEDÊ KIRIN    Mûrat Zorlûoglû di sala 2017'an û di sala 2018'an de li Wanê hem walî bû û hem jî qeyûm bû. Piştre di hilbijartina xwecihî de bû namzetê AKP'ê yê Şaredariya Trabzonê û bi ser ket. Piştî 5 salan serokatiya şaredariyê kir vê carê tayînî sermufetîşiya walî-mulkiyeyê hat kirin. Niha jî li ser fermana Erdogan tayînî Walîtiya Amedê hat kirin.