Li Êlihê 14 kesên binçavkirî hatin berdan 2024-07-10 08:20:05   ÊLIH - Di çarçoveya operasyona leşkerî ya li gundê Bilexşê yê Kercewsê de 14 welatiyên hatibûn binçavkirin, duh bi şev hatin berdan.    Li gundê Bilexşê yê bi ser navçeya Kercewsa Êlihê ve û li taxa Bayindirlikê ya navenda Êlihê di 6'ê tîrmehê de polîs û leşkeran bi ser malan de girtibû û 14 kes kiribûn binçavan. Li Fermandariya Leşkeriyê ya Êlihê karûbarên îfadegirtina welatiyan duh bi dawî bû û ew birin Edliyeya Êlihê.    Her 14 welatî jî bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine" û "fînansê bo rêxistinê temîn kirine" sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê der barê 11 kesan de bi daxwaza girtinê û der barê 3 kesan de jî bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê kir. Her 14 welatiyên derketin pêşberî dadgeriyê piştî îfadeyên wan hatin wergirtin, hatin berdan.    Navê welatiyên hatin binçavkirin wiha ne: Keyayê gund Mûrat Gelîr, Abdulcelîl Gîtmez, Yuksel Gîtmez, Nedîm Kaya, Emîne Kaya, Halîl Şîmşek, Suleyman Kapan, Îsa Gîtmez, Mehmet Gelîr, Yusuf Boluk, Habîp Kaya, Mehmet Emîn Saglam, Nezeta Boluk, Rêber Gelîr.