15 mamosteyên Egîtîm-Senî hatin binçavkirin 2024-07-10 08:49:42   ENQERE - 15 mamosteyên endamên Egîtîm-Sen’ê ku li dijî Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê ya li Meclisê tê nîqaşkirin di çalakiyê de ne bi lêdanê hatin binçavkirin.    Mamosteyên endamên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) li dijî Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê ku ji aliyê AKP’ê û MHP’ê ve pêşkeşî Meclisê hate kirin û li Lijneya Giştî tê nîqaşkirin di çalakiyê de ne.     Pêşiya mamosteyên ku xwestin ji ber Wezareta Perwerdehiyê ber bi Meclisê ve bimeşin ji aliyê polîsan ve hate girtin. Piştî astengkirina polîsan mamosteyan biryara çalakiya rûniştinê wergirtin. Lê di vê navberê de polîsan destûr da mamosteyên endamên Egîtîm Îş’ê ku xwestin ji Meclisê ber bi Kizilayê ve bimeşin.    BI LÊDANÊ HATIN BINÇAVKIRIN     Piştî ku destûr nedan endamên Egîtîm Senê yên bi heman daxwazan di çalakiyê de ne, mamosteyan çalakiya rûniştinê bi dawî kirin û dîsa biryar girtin ku ji ber Wezaretê ber bi Meclisê ve bimeşin. Lê polîsan careke din pêşî li mamosteyan birî. Mamosteyan vê carê ber bi Guvenparkê meşiyan lê dîsa pêşî li wan hate birîn û polîsan li vir anonsa binçavkirinê li mamosteyan kirin û barîkat rakirin. Polîsên ku barîkat rakirin, bi gaza îsotê êrişî mamosteyên ku ketin destê hev û meşiyan kirin. 15 mamoste bi lêdanê hatin binçavkirin. Hin mamosteyên ku ji ber ji nêz ve rastî gaza îsotê hatin ji ser hişê xwe çûn û gelek mamoste jî hatin derbkirin.    ‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN’     Pêşiya mamosteyên ku piştî tiştên qewimîn dîsa dest bi meşê kirin vê carê di derketina Guvenparkê de hate birîn. Mamosteyên ku li vir daxuyanî dan ber bi Parka Meclisê ve çûn. Serokê Giştî yê Egîtîm Sen’ê Kemal Irmak ê di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Heke polîs birik bin em biriktir in. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê hevalên xwe yên hatine binçavkirin bi paş ve bigirin.”