ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-10 09:00:03   * Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku plana "dagirkeriyê" ya Tirkiyeyê ya li dijî başûrê Kurdistanê gav bi gav pêş dikeve û wiha axivî:" Bi sedan gund hatin valakirin û cerdevan û leşker lê hatin bicihkirin. Çawa Efrîn, Serêkanî û Grêspî qonax bi qonax hat dagirkirin, li başûrê Kurdistanê jî heman planê didin meşandin."    * Cezayên li nûçegihanên MA û JINNEWS'ê hatin birîn, dibin sedema bertekan. Koordînatorê Şopandina ECPMF'yê Gurkan Oztûran got: "Em banga xwe ya ji bo demildest dawî li van zextên li ser rojnamevanan bê dubare dikin. Ev yek gefê li xwegihandina agahiya rast û bêalî ya gel dixwe."   * Nivîskar Azad Zal ku di desteya avakirina YEWKURD'ê de cih digire destnîşan kir ku ew ê ji bo çareserkirina weşangeriya kurdî bixebitin û tevbigerin.    * DEM Partî dê rapora têkildarî girtîgehên Tîpên Y û S’yê amade kiriye li avahiya xwe ya li navenda giştî aşkere bike. (11.00)    * Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê dê têkildarî mûçeyê kêmtirîn li Senayiya Organîze ya Çîgliyê daxuyaniyê bide. (12.30)    * Platforma Penaberan a Îzmîrê têkildarî êrişên li ser penaberan dê li Şaxa ÎHD’ê daxuyaniyê bide. (13.15)    * têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê li Stenbol û Enqereyê hin çalakî bên li dar xistin. (20.00-22.00)