Koordînatorê ECPMF'ê Oztûran: Gef li mafê xwegihandina agahiyên bêalî tê xwarin 2024-07-10 09:02:01 STENBOL - Cezayên li nûçegihanên MA û JINNEWS'ê hatin birîn, dibe sedemên bertekan. Koordînatorê Şopandina ECPMF'yê Gurkan Oztûran got: "Em banga xwe ya ji bo demildest dawî li van zextên li ser rojnamevanan bê dubare dikin. Ev yek gefê li xwegihandina agahiya rast û bêalî ya gel dixwe."    Li nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS'ê ku di 25'ê Cotmeha 2022'yan de hatibûn binçavkirin û piştî 7 mehan serbest hatibûn berdan, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ceza hat birîn. Bertekên li dijî vê didomin.    Koordînatorê Şopandinê yê Navenda Azadiya Çapemeniyê ya Ewropayê (ECPMF) Gurkan Oztûran, têkildarî cezayên ku li rojnamevanan hatin birîn axivî.    ‘ZIRARÊ DIDE DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ'   Oztûran diyar kir ku li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên di warê azadiya çapemeniyê de li Ûkraynaya ku ew û Rûsyayê şer dikin bêtir e û got ku piraniya binpêkirinan jî bi rêya darazê tên kirin. Oztûran bertek nîşanî cezakirina rojnamevanan da û got: "Em banga xwe ya ji bo demildest dawî li van zextên li ser rojnamevanan bê dubare dikin."   Oztûran destnîşan kir ku ev yek gefê li xwegihandina agahiya rast û bêalî ya gel dixwe.   TÊKOŞÎNA HEVPAR   Oztûran bilêv kir ku zextên li ser azadiya çapemeniyê ancax bi têkoşîna hevpar a rêxistinên pîşeyî dikare bên sekinandin û got ku heya bi beşdarbûyîna rêxistinên civaka sivîl, partiyên muxalif û civakê têkildarî girîngiya mafê nûçewergirtinê û azadiya ramanê daxuyanî neyên dayîn wê ev pêvajo her dirêj bibe.    Oztûran destnîşan kir ku divê mafê nûçewergirtinê bê parastin.    MA / Ferdî Bayram