Ji bo 16 bajaran hişyariya barîna barana zêde 2024-07-10 10:04:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî texmîna hewayî ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, barîna barana zêde dê li 16 bajaran bi bandor bibe.    Li gorî rapora texmîna hewayî ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, li 16 bajarê bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dê barîna barana zêde bi bandor be. Tê texmînkirin ku rojhilatê Marmarayê, herêmên navîn ên Ege, Behraspî, Anatoliya Navîn, rojavayê Behrareş, rojhilat û herêma navîn a Behrareş, li bakur û rojavayê herêma Serhedê ya Kurdistanê li derdora Mûş, Wan û Êlihê dê baraneke zêde bibare. Tê payîn ku dê barîna baranê piştî nîvro û êvarî li rojhilat û herêma navîn a Behrareş li hawîrdora Eskîşehîr, Çankiri, Yozgat, Erzirom, Qers, Erdexanê û li navçeyên bakur û rojava yên Enqereyê bi bandor be.