Ankêt: Hejmara kesên pêşhilbijartinê dixwazin derket ji sedî 53’yê 2024-07-10 10:16:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Di ankêta AREA Araştırmayê de rêjeya dengan a AKP’ê daket ji sedî 29’ê. Her wiha hejmara kesên pêşhilbijartinê dixwazin jî derket ji sedî 53’yê.    Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de AKP bi rêjeya dengan a ji sedî 35’ê re bûbû partiya duyemîn. Dengên AKP’ê her ku diçe kêmtir dibin. Li gorî ankêta AREA Araştirmayê ya di navbera 4-7’ê tîrmehê de hatiye kirin; rêjeya dengên AKP’ê daket ji sedî 29’ê. Ankêta “Lêkolînkirina Rewşa Siyasî ya Tirkiyeyê” bi 2 hezar û 56 kesan re hatiye kirin û pirsa “Heke îro hilbijartina parlamenteran were lidarxistin hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê” hate kirin.    Ji sedî 32,1’ê beşdaran gotin CHP, ji sedî 29’an gotin AKP, ji sedî 10,4’an gotin MHP, ji sedî 9,6’an gotin DEM Partî, ji sedî 6,1’an gotin Partiya Îyî, ji sedî 5’an gotin Partiya Zaferê û ji sedî 4,3’yan gotin dê dengê xwe bidin Partiya Yenîden Refahê. Ji sedî 3,4’ê beşdaran jî gotin dê dengê xwe bidin partiyên din.    Di anketê de rêjeya kesên pêşhilbijartinê dixwazin jî ji sedî 53,3 derket.