Wezîrê Dadê yê Iraqê: PDK diyarkirina waliyek kurd ji bo Kerkûkê asteng dike 2024-07-10 11:13:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şiwanî diyar kir ku Walîtiya Kerkûkê dikare ji kurdan be, lê belê PDK li pêşiya vê yekê dibe asteng.   Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şiwanî têkildarî nediyarkirina waliyê Kerkûkê axivî û wiha got: "Em kurd li Kerkûkê xwedî piraniya endam û dengan e ku karibin waliyekî kurd hilbijêrin. Lê belê PDK'ê ev yek asteng kir. Heke li Kerkûkê waliyekî kurd hatibûya diyarkirin, ji sedî 50'î yê polîtîkayên erebkirina bajêr wê bihata astengkirin."   Xalid Şîwanî anî ziman ku gelê kurd niha tenê xwe diparêze û xelkê Kerkûkê berdêla şaşîtiyên siyasî dide.   Ji bo diyarkirina meqamên rêveberiyê yên bajarê Kerkûkê sibe saet di 13:00'an de wê li avahiya Meclisa Kerkûkê civîna destpêkê ya Meclisa Giştî ya Bajêr a Kerkûkê pêk were.