Rejîma Îranê cezayê hepsê li 4 mamostayên kurd birî 2024-07-10 11:22:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di 31’ê hezîranê de li Dadgeha Merîwanê doza çar mamostayên kurd hat lidarxistin û hat diyarkirin ku ji bo her yekê çar meh cezayê girtîgehê hatiye dayîn.   Êriş, gef û zextên rejîma Îranê yên li ser azadîxwazan berdewam dike. Li gorî nûçeya RojNewsê ku spartiye Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê; di 31’ê hezîrana îsal de li Dadgeha Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê, danişîna doza 4 mamostayên kurd yên bi navê Aram Qadirî, Aram Mihemedî, Tehsîn Mistefa û Seywan Silêmanî hat lidarxistin.   Hat diyarkirin ku ji bo her yek ji mamostayan 4 meh cezayê girtîgehê hatiye dayîn.   Her wiha hate ragihandin ku mamostayên ku hatine cezakirin endamên Encûmena Pîşeyî ya Mamostayên Kurdistanê-Merîwanê ne.   Herî dawî hate eşkerekirin ku ev mamosta bi tometa "propagandaya dijî hikûmetê" hatine cezakirin.   Hêjayî gotinêye ku mamosta Aram Qadir û Tehsîn Mistefa sala borî ji ber beşdarî çalakiyên Serhildana "Jin Jiyan Azadî" bûbûn ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Perwerde û Fêrkirinê ya Parêzgeha Kurdistaniyan ve ji lîsteya "yasaya sîstema pilebilindkirina mamostayan" hatin derxistin.