Cezayê îdamê dan hevjîna Bexdadî 2024-07-10 12:01:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Bexdayê cezayê îdamê da hevjîna serokê DAIŞ’ê yê berê Ebû Bekir el Bexdadî.    Dadgeha Cezayan a Karkhê ya li Bexdayê, bi sedemên “Xebata bi DAIŞ’ê re” û “Dîlgirtina jin û keçên kurd ên êzidî” cezayê darvekirinê li hevjîna serokê DAIŞ’ê yê berê Ebu Bekir el Bexdadî birî.