Cenazeyê Arvîn Huseynî piştî 20 rojan hate veşartin 2024-07-10 12:28:43   ŞIRNEX - Cenazeyê Arvîn Huseynî yê li navçeya Elkê di şer de jiyana xwe ji dest da piştî 20 rojan hate veşartin.    Di operasyona leşkerî ya di 21’ê hezîranê de hate destpêkirin de li bejahiya navçeya Elkê ya Şirnexê di navbera endamên HPG’ê û leşkeran de şer derketibû û endamên HPG’ê Basrî Cîn (Brûsk Kato), Sefer Temel (Rûstem Çekdar Kato), Yilmaz Sala (Kamûran Gever) û Arvîn Huseynî (Dilsoz Gabar) jiyana xwe ji dest dabûn   Cenazeyê endamê HPG’ê Arvîn Huseynî yê rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê piştî 20 rojan li Goristana Bêkesan a Şirnexê hate veşartin. Hate zanîn ku malbata Huseynî ya li herêma Şaho ya Rojhilatê Kurdistanê dimîne ji ber astengiya pasaportê nekariye bê cenazeyê lawê xwe bigire.    Cenazeyê Basrî Cin ku li navçeya Silopiyayê, yê Serhat Temel li gundê Setkar ê navçeya Elkê ya Şirnexê û cenazeyê Yilmaz Sala jî li gundê Hêrmiyê yê navçeya Gever a Colemêrgê di dîrokên cuda de hatibûn veşartin.