Li Hezexê ketin û derketin li sewalan hate qedexekirin! 2024-07-10 12:39:00   ŞIRNEX - Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Hezexê ragihand ku ji ber nexweşiya şebê ketin û derketina pez û dewaran a li navçeyê qedexe kiriye.    Rayedaran li gundê Barim ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê tespît kir ku gelek sewal bi nexweşiya şebê ketine. Li ser vê yekê 2 mehan ketina pez û dewaran a li navçeyê hate qedexekirin. Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Hezexê têkildarî mijarê daxuyanî da û ragihand ku ji bilî serjêkirinê ketin û derketina pez û dewaran heta 9’ê îlonê hatiye qedexekirin. Midûriyetê ragihand ku kesên li gorî vê yekê tevnegerin dê bên cezakirin.