Kadîr Înanir ji ber tedbîrê rakirin beşa lênêrîna awarte 2024-07-10 13:05:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Lîstikvanê navdar Kadîr Înanir ji ber tedbîrê rakirin beşa lênerîna awarte ya nexweşxaneyê.    Lîstikvanê bi nav û deng Kadîr Înanir ji ber di meha adarê de cara 3’yemîn xwîn çûbû ser mejiyê wî rakiribûn nexweşxaneyê û hatibû dermankirin. Hatibû aşkerekirin ku Kadîr Înanir ê nexweşiya wî bi awayekî stabil bi pêş ve diçe, beriya demekê tedawiya fizîkî dîtibû. Hate ragihandin ku Înanir ji ber enfeksiyonê dîsa rakirine nexweşxaneyê û li beşa lênêrîna taybet a nexweşxaneyê tê dermankirin.    Lîstikvan Jûlîde Kûral, da zanîn ku ji ber enfeksiyonê çûne nexweşxaneyê û bijîjkan ji ber tedbîrê ew rakirine beşa lênêrîna awarte.