Biryara hinceta cînayeta Tahîr Elçî: Tevî gumanên heyî jî bersûc hatin beraetkirin 2024-07-10 13:29:18   AMED - Biryara hinceta beraetkirina polîsên bersûc ên ji doza cînayeta Tahîr Elçî dihatin darizandin, hat eşkerkirin. Dadgehê biryara hincetê spart rêbeza, “ji gumanê bersûc sûdê werdigire.”    Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28’ê Mijdara sala 2015’an dema li ber Minareya Çar Ling a li navçeya Sûrê daxuyanî dida, hat kuştin. Ji doza kuştina Tahîr Elçî polîsên bi navê Fuat Tan, Mesût Sevgî û Sînan Tabûr ji sûcê, “bûne sedemê kuştina qisûrdar a bi zanebûn” dihatin darizandin. Danişîna biryarê ya doza Tahîr Elçî di 12’ê hezîrana 2024’yan li Dadgeha Amedê hat lidarxistin. Hinceta biryarê ya beraetkirina bersûcan hat eşkerekirin. 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara hincetê eşkere kir.    Di biryarê de parastina polîsan hat kirin û hat gotin ku beşdariya bersûcan a bi Pergala Deng û Reng (SEGBÎS) li gorî rêgeza “darizandina rû bi rû ye” hatiye kirin. Di biryarê de hat diyarkirin ku parêzerên malbata Elçî di warê teknîkî de rasterast ji bersûcan dikaribûne pirsên xwe bikin û hat îdiakirin ku rêgeza rasterastbûnê hatiye temînkirin. Di biryarê de hat gotin ku wan ji ber vê sedemê daxwaza anîna bersûcan a eywana danişînê red kirine.    Di biryara hincetê de behsa şahidê vekirî Denîz Ataş ê ku di bin zextên dozgeriyê û îşkenceyê de îfade daye tu nirxandin nehat kirin.    ‘DÎMENÊN KÊLIYA KUŞTINÊ NEHATINE TESBÎTKIRIN’    Di biryarê de hat diyarkirin ku li dîmenan hatiye temaşekirin û hat îdiakirin ku kêliya kuştina Elçî nehatiye tesbîtkirin.    Di biryarê de hat gotin ku daxwaza jinûve ya kifşê gihîştiye wê qenatê ku wê tu nûjeniyê li dosyeyê zêde neke û lewma daxwaza kifşê hatiye redkirin.    LI GORÎ DAGEHÊ POLÎS BÊSÛC IN!    Di berdewamiya biryara hincetê de rêgeza “ji gumanê bersûc sûdê werdigire” li ber çavan hatiye girtin û lewma bersûc nehatine cezakirin.    Di biryarê de hat îdiakirin ku nehatiye tesbîtkirin ku gule ji kîjan demançeyê derketiye û ji ber vî awayî bersûc ji sûcê li ser xwe bi her cureyî dûr in û ji ber vê sedemê bersûc hatine beratkirin.